A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Işqê Ko Bidin Bi Yek Du Erwah

`Işqê ko bidin bi yek du erwah
Peyweste divê bi hev bin eşbah

Can û cesedan ko ittihad in
We-l-ma`u lehu l-mizacu bi-r-rah

wesla te li can û dil heyat e
Men zaqe merarete n-newa tah

Tenha ne di sîne min xedeng in
Min lehzike fi l-qulûbi ermah

Perwîn ji şefeq seher xwiya bûn
La bid`e we-fîhi minke mişbah

Lew mistu mine l-hewa ke-banin
La bid`e we-qed temîdu erwah

Her şam û seher bi destê xoban
Min xemretina tedûru eqdah

Suyyah-i me dîn di xelwe îro
Ellah ko çi xelwe û çi suyyah

Ifteh bi-liqake qufle qelbî
Fe-l-qelbu lehu liqake miftah

Berqê ko veda ji ber niqabê
Fe-l-lami`u min senahu qed lah

Qews û qezehan numan ji bala
We-l-`enberu min şezahu qed fah

Ayîne dilê Mela cela da
Min tel`etihî fe-qed şefa r-rah
Helbestên din ên Helbestvanî/ê