A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Îro Ji Şehkasa Surê
288 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Îro Ji Şehkasa Surê

îro ji şehkasa surê
Mey hate fincana sedef
Minnet ko îro dêmdurê
Da min meya husna xwe xef

Xef da me cama kewserê
şêrînqed û lebşekerê
Bayê şeba da çenberê
Hatin sema şetrî û lef

şetrî û zulf û belg û per
Hemiyan li dêm de`wa û şer
Êlan li selwa bûne ger
`Eqreb xwiyan ez her teref

`Eqreb nehin ew sinbil in
Bo `enber in dava dil in
Nîşan ji misk û filfil in
Wan sîneya min kir hedef

Da sîne cohtê tîrxweş e
Qewsê hilalî tozreş e
Yek tîr-i pir kuştin leş e
Xwînê di cerhan daye kef

Min xwîn bi co têtin ji dil
Ew baziyê bê tor û sil
Dakefte nêv tora qizil
Qumrî nehiştin ref bi ref

Ref ref nehiştin zax-i zax
Danîn li dil min dax-i dax
Dê kî bimînit sax-i sax
Westane leşker şef bi şef

şef şef mi dîn hindî û zeng
Cengîz-i hat Teymûrileng
Xef wan reşandin dil xedeng
Teşbîhê tîrên Xan-şeref

Tîrek ji qewsê malzirav
Tê dil qewî tavêje nav
Xwîn tê pirê teşbîhê av
Firyad û efxan sed esef

Can dê nedit ew malxerab
Her sîne`ê cotek xurab
Tê da birin penc û kulab
Wî can di dest wî rûh di kef

Canê Melê rûha Melê
Nûra ji qudret nuqte lê
Remzek nihîn da min welê
Nalî ji ber wek nay û def
Helbestên din ên Helbestvanî/ê