A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)
209 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)

Heyf di qeyda xak û gil bit `arifê çalakê rûh
Dê mucerred bit ko pertew dit ji new ew pakirûh

Qeyd-i xak û gil nebit da bêhicab û perde bî
Mislê bedrê carinan têxit xusûfê xak-i rûh

şem`-i ser nûr nadirit ger ew nekit perhîza dil
zewqa cama `işqê nakit ger nekit imsak-i rûh

Dil bi tayek nêrgizan de, nazikek terwende de
Gul dikin teşbîhê xaran her xes û xaşak-i rûh

Cama `işqê pakê rûhanî tuhûra batin e
Ê nenoşî her we ma hetta ebed napak-i rûh

Hey`eta keyf û kemê bêkeyf e keyfa `arif e
Dê bimînit ger nebit naçar-i bê tiryak-i rûh

Dê bi gulzara cemala sebzipûşan wê çi kit
Ê di mihrê da nebit dil pare pare çak-i rûh

Ber ji can derrakeyek rewşenter û wala divêt
Sûretê husna muqeddes da bikit idrak-i rûh

Ger xeberdar î ji sirra »kuntu kenzen« guh bidêr
Da bi sed torê beyan kit me`neyê »lewlaki« rûh

Lami`ê sirra tecellê ser li torê dil didit
Debt-i nakit wê mecalê sed hezar eflak-i rûh

Herdu îlanên te dî min toqa gerden kir medam
Da mi her bêtin tebessum wek gula dehhak-i rûh

Cewherê husnê eda tenha dibit meqbûl-i teb`
Ger ne şeyqel dit bi nûra `işqê wek hekkak-i rûh

Dê bi vê endaz û terzê key dibit sihrê helal
Ger ne balateb`-i bit wek pehlewan çalak-i rûh

Dil bi rim aviht û wî lê bar-i kir qewsê şevîn
Dê bidit ber gezmeyan bêsûc-i ew seffak-i rûh

şehsiwar îro kemend avêhtine qelbê Melê
Bend-i nakit xeyr-i firtaka te sed fitrak-i rûh
Helbestên din ên Helbestvanî/ê