A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Hêvî û Tewqe Dikim
370 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Hêvî û Tewqe Dikim

Hêvî û tewqe dikim ez ji xwidana heşemê
Wê nigar û senem û padişeh û muhteşemê

Carinan bendeyê dilşohtiyê mehcûr ve vinêr
Bi lebê le`lê şekerbar û ji `eynê keremê

Pirsiyarê li me carek bike şîrîndehena min
Ko perêhtîne firaqa te li ser derd û xemê

Er ne hudhud ji Seba bêt û wekî bayê şeba
Dê ji hir kû bigehit dest-i vi peygê heremê

Pirsiyar-i li me bit wer ne xwe mehcûrê xerîb
Dê li kê `erde bikim vê xem û derd û elemê

Haşa li l-lah ko bikim eşkere van xuşşe û derdan
Wer bisojim ji xemê `işqê tu ser ta qedemê

Me bi şehrayê wisala xwe derîn tu ji xwidê ra
Wer ne weqt e ko bibîn xerqeê behra `edemê

Ji gulistana cemala te gulek bête zuhûrê
Ji dinê dê biçitin navê bihişta Iremê

şerha halê xema `işqa te ji kû tête nivîsîn
Medhê ewşafê cemala te kuca tê reqemê

Wê mecalê ko cemala xwe tecella dikirî
Lazim e secde bibîn ber te di wê gav û demê

Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan
Kî dibit muşrik û kafir ji wê şêrînifemê

Ger bibim ber te sucûdê di dema keşf û şuhûdê
Mi li dil dê bidirit pertewê nûra qidemê

»Qibletî wechuke fî kullî şebahin we-mesa`«
Bi du ebrûyê te cana dixwirim ez qesemê

Mûyekê ez ji te nadim bi dused Zîn û şirînan
çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê

Te Firing û `Erebistan û Mecer têk-i standin
Celewê xweş vegerîn, hatiye newba `Ecemê

Ma ji dîwanê se`adet seh kirî şubhê Melayî
Tu bi navê mi gedayî bikişîne qelemê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê