A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Hê Di Ber Qalûbelayê
368 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Hê Di Ber Qalûbelayê

Hê di ber qalûbelayê belko ev `alem nebû
çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû

`Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê
Husnê heq bû istiwayê lami`a `işqê hebû

Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel
`Aşiq û me`şûq-i yek bûn şem` û hem perwane bû

Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek
Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû

Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû

`Aşiq û me`şûq-i el-heq herdu mir`atê yek in
Lew di eslê cem`ê da eslê qedîm ayîne bû

Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin
Cehdeya bê`işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû

Salikên `işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm
Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû

Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr
Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû

Ê birî `eynê beqayê badenoşê `işqê bû
Ê bûyî mehwi-fenayê `aşiqê bêçare bû

Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat
Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû

Awirên eswed`uyûnan `aqilan sewda dikin
Gezmeya `aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû

`Aşiq û me`şûq-i da wasil bi yek bin bêhicab
Mehw-i bû bi-z-zati `aşiq lew di `işqê perde bû

Lew di `işqê da fena bû da bibit baqî bi dost
`Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû

Nuqteyê `ilm û sewadê herf û neqşê `alemê
Ser didin me`nayekê eslê sewadê nuqte bû

Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e
La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû

Herçi de`wayê di `işqê da Melê sabit kirî
`Eynê de`wayê di nefsi l-emri dîsa şehde bû
Helbestên din ên Helbestvanî/ê