A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e
368 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Gerçi Bilbil Cewherê Zatê Gul e

Gerçi bilbil cewherê zatê gul e
Lê gulê rewneq ji `işqa bilbil e

Guh de zikrê hal û coşa badeyê
Wê bi bilbil ra dixwînit bilbil e

Sosinan sed reng-i avêhtin kemend
Wan nego dil bendê tayek sinbil e

Sinbilan seywan li dêmê taze kir
Afitab îro di Birca sinbil e

Qet verêkê vê demê hadir dibit
Qisseya feslê ne karê sinbil e

`Er`erên rengîn ji tayên sor û zer
Qumriyan sed reng-i şîrîn xulxul e

Remzeya `işqê ji bala hate xwar
Qudsiyan avêhte çerxê xulxul e

Min di dil nasorekê da hestiyan
La cerem hêj neş`eya daxa kul e

Bilbil û perwane ew feşl û dem in
Cinsê `işqa min tinê derdê »kul« e

Nêrgiza nazikqed û şehlaya mest
Dîn kirim ez bilbilan sewda gul e

Teb`ê lami`weş zi minnet Bu l-hesen
Min di dest da çu l-fiqar û Duldul e

`Eşqerê bedfi`l-i çî hî kir `eceb
»Bareke l-lah« xewş bezî espê qul e

Zulf û biskan pir ji min dil bir belê
Rişteya canê Melê ew kagul e
Helbestên din ên Helbestvanî/ê