A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl
243 Xwendin
10 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ger Bidiya Ew Senema Surcemîl

Ger bidiya ew senema surcemîl
Nazilê erdan nedibû Cebre`îl

Min nezerek li husn û cemala te kir
Ayîne yek dî mi ji nûra celîl

Lew ji lebê le`lê te can bû xecil
Badeyê engurî kuca selsebîl

Dêl me hezar in te di bendê welê
»Leyse lena `enke mecalu bedîl«

»Ma ena wehdî bike min muxremin
Kem leke qeblî şexefen min qetîl«

Dar û derdê mi tu yî canê min
»Hel bi-siwe l-weşli şifa`u l-`elîl«

sebr û sukûn çûne me nêv Dicle da
Lew ji du çeşman me dizêt ab-i Nîl

Bes ne mi sed çeşme ji çeşman dizêt
»Mezce demin dem`u `uyûnî yesîl«

Pir me nezer da te ji ser ta qedem
»Qed rece`e t-terfu we-`eqlî kelîl«

Mislê te ma bûne weya ma dibin
Roj ko tecella ye çi hacet delîl

»Qed selebe r-rûhe `ela xefletin
Iz heceme l-qelbe bi-terfin kehîl«

Gerçi li ber derb û cefan fîl-i bûm
Bê mefer ez mat-i kirim şah û fîl

Can didirim guft-i bi yek bûse de
Lê bibitin le`lê şekerxa kefîl

Gerçi di nêv helqeya şêran im ez
»Leyse `eleyna li-`idana sebîl«

Zor-i Mela firqetê ebter kirîn
»Inne mine s-sa`eti yewme r-rehîl«
Helbestên din ên Helbestvanî/ê