A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Feleka Etlesê
500 Xwendin
11 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Feleka Etlesê

Feleka etlesê sergeşte di cama me hebab e
Mewc didit qulzemê `işqê me li serdest e xurabe

Dil kemerbeste`ê `işq e me xwe zunnariperest în
Mey û me`şûqe du`ayê me û seccade qibab e

Ji hicabê were der nazik û mestane bimeş tu
Te cehan zîr û zeber kir bi Xwidê ev çi hicab e

Destê Cibrîlî hilavêtî ji bejna te niqabê
Bi yeqîn Qaf e li rojê were der sîne niqab e

Me bi işraqî su`alek ji lebê xunçe kuşa kir
Go bi ilhamê dizanî di su`ala me cewab e

Tu binê sazê bi awazê çi rengî me dixwazit
Ellah Ellah bi Xwidê qet dibihî ev çi xitab e

Guh de nayê ji lebê le`l-i bi qanûnê hikayet
Dê çi şehde bi defê ra bidirit şehde rebab e

Xweş perîşansifet û mecme`e`ê şûretê hal în
Pîrê `işq în û ciwanteb` û dilê `ehdê şebab e

Dûredest în ji xiyalan me divê yek ji Xwidê ra
Xef di behsa me ji dil bêt û birit `eyn-i sewab e

Me muşerref ke du çeşmên me bisata qedemê ke
Pir li nik min heye mey mêze ke min sîne kebab e

Kesk û soran tu binê çerx-i li dora du hilalan
Du qeran mane beraber şefeqê perde `isab e

`Er`eran ta di şepal in wereqan cezbe ye vê ra
Nêrgizan ser di giran in li binefşan xem û tab e

çîçekên qewsê qezeh reng-i hezar reng-i sema ye
Sinbilan girtî xwinav û li gulan taze gulab e

Mest û hişyar-i heme keckuleh in reqs û sema tên
Ez nizanim çi neseq keyf e nizanim çi şerab e

Xaka payên te di rêza seg û tolan xwe dinasîn
Me ne sûc û ne gunah û ne xeta ev çi `itab e

Ji wisala xwe zekatê bide miskîn û feqîran
Ko cemala te ye kamil di kemala xwe nişab e

`Aşiqê mes`elexwahê were em muftiyê `işq în
Destekê sunnet e tê da di yekê neşşê kitab e

Dil bişû tu j’ vê nifaqê ko bidit sîne beraqê
Bi şefa hemrehê erbabê dil û ehlê şefa be

nezera `eynê `inayet bi me da şahê wilayet
Ji `inayet nezerê dil me tejî `ilmê `ubab e

Lebê le`lên te dibê her bi yekê nuqte`ê `ilm in
Bi xetê herfê elîf cezme şubê helqe`ê bab e

Xet û xalên te bi mû mû ji me ra mes`elego yin
Me ji wan haşiyeyan sîne tejî şerhê lubab e

Ab-i heywan te divê rast-i binoşî şebê qedrê
Destê ber gerdenê pîr pêc û xem an zulfê duta be

Me ji biskên te girihdar-i ji bextê xwe girê ne
Me ji zulfên bi xem û tab-i di dil da xem û tab e

Te divê berq û birûskan bireşînî tu nezer de
Te divê roj-i xwiya bit ji şibakê tu xwiya be

Te divê zîr û zeber kî me du zulfan bide ber ba
Te divê qenc-i qiyamet li me rabit bi xwe rabe

Qesd-i serçeşme`ê heywan-i heqîqet ke Nişanî
Bi cehanê mebe mexrûr ko cehan `eyni serab e

Serkeşî, şîwe`ê erbabê wefa nîne, rihê min
Te ji dil şohtî Mela bes bi Melê ra bi cefa be
Helbestên din ên Helbestvanî/ê