A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ey Şehinşahê Muezzem
2023 Xwendin
34 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ey Şehinşahê Muezzem

Ey şehinşahê mu`ezzem heq nigehdarê te bî
Sûreyê »inna fetehna« dor û madarê te bî

Her kinarê pê ve wergêrî `inanê himmetê
Zuhre bê peykê te û Kêwan rikêbdarê te bî

Dayima menzilgeha sûra te bit birca şeref
Tali`ê ferxende û bextê se`îd yarê te bî

Seb`eyê seyyare û neh çerxê sergerdan bi vê
Girdiş û dewrê `eceb der xizmet û karê te bî

Mahitaba dewletê yek pertewek şem`a te bit
Afitaba ref`etê berqek ji enwarê te bî

Lami`-i fetha ezel berqê ji ber tacê te dit
Kewkeba se`da ebed necmek ji seyyarê te bî

Berqê subbûhî ko işraqê li sed canan didit
Ew ko keşfa dil dikit remzek ji esrarê te bî

Rayeta fethê ji nesra te ko her menşûr-i bû
şehsiwarê ferrê subhanî `elemdarê te bî

Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin
Sed wekî şahê Xurasanê di ferwarê te bî

Gerçi der iqlîmê rabi` hate textê seltenet
Padişahê heft-i iqlîman selamkarê te bî

çîmena sultaniyê yek laleyek baxê te bit
Gulşena xaqaniyê xarek ji gulzarê te bî

Ê ji emrê tey mukerrem serkeşî kit şubhê şem`
Ber serê tîxê te û meqtûlê mûkarê te bî

şahibaz er çend-i perwazê bi bala bêt û ret
Dê di nêv tora te bêt û seydê şunqarê te bî

şahê pirheybet didêrit lê bi sehmê zêde yî
Sa`eta xeflet xwiya bî kûz di bin barê te bî

Her serê dewlet hebit dê her di nêv benda te bit
Her kesê `aqil bitin dê her di çokarê te bî

Ê divêt azade bit dê çehvnêrê lutfa te bit
Herçi istixna di dil ber minnet û parê te bî

Her kesê qestek di dil dê qest-i dergahê te kit
Ê di xatir ercû kit dê her ricakarê te bî

Ê ne dewletxwahê hedret bit ji nêva can û dil
şubhetê ehlê şeqa ber qehr û azarê te bî

Ma bi `êş û noş û şahî ew qeder `umrê te bit
çendekê salik mucedded bêt û bêzarê te bî

Her kesê ne j`can du`ago û senaxwanê te bit
Girtiyê qeyda te û amancê nûbarê te bî

Medrekê `ilmê demîrê şemmeyek wesfa te hat
Wer ne key `alem bi şe`nê qedr û miqdarê te bî

Qest û daxwaza Melê da`im ji can û dil ev e
Her di benda xizmetê pêşdestê dîdarê te bî


Çavkanî: nefel.com (tîpguhêzî ji pdfê xendekî)
Helbestên din ên Helbestvanî/ê