A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ey Şahidê Qudsî
340 Xwendin
14 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ey Şahidê Qudsî

Ey şahidê qudsî veke bendê ji niqabê
Ta çend-i we sergeşte bimînin di hicabê

Biskên ji herîrê tu ji nû mawerê lê ke
Zulfên ji `ebîrê şe ke bavê xem û tabê

Qiştên di xwe çîn çîn bide ber misk û zubadê
Tayên di `işabê bireşînin bi gulabê

Her yek bi hezar reng-i li bejna te sema tên
Xemrî û lef û şitrî û tayên di `işabê

Min can yedê beyda ye ji `îsa çi xeber dim
Min ateşê Mûsa diye gulnar-i şerabê

Minnet ko ji bextê xwe we tali` bi nesîb im
husna te ye îro ji me ra çûye nişabê

`Işqa me ji ber mewc û `ecacê bûye derya
Wê zîr û zeber kit me bi dest hind û xurabê

Ne çerxê sipihrê ji hewaya te we mihrê
Sergeşte ne ew têk vi me ra şubhê hebabê

Wek ba dilezînî tu kimêdî dibezînî
`Umrê me `ezîzî bi xwidê bes ke şitabê

Ya pê bi ziyaret bi me de ya serê enguşt
Destê xwe me avêtiye bêçare rikabê

Min rê ji serabê bi şerabê bir û munkir
Hetta bi ebed teşne ceger ma di serabê

Serpoş û qibaba me ye tesbîh û muşella
Wer da bidirînîn li xwe vê perde û niqabê

Li l-lah were saqî bi du caman me ciwan ke
Mutrib bi defê ra bide sêgah û şebabê

Wer guh bide nayê ko şirînqed di semayê
Pir hel kirine mes`ele vê feslê xitabê

Cama ne şekerleb bi me dit `eynê heram e
Fetwa we numa haşiyeya şerha-lubabê

Muftî me ney û nay e we ney qewlê qedîm e
Bawer te nehin guh bide ber çeng û rebabê

Nerda me çi bazê binumîtin me ji sazê
Bendên di su`alê we kuşadên di cewabê

Ez çûme serayê ko şirînqed di semayê
Go ev ne Melayê me ye bêperde bila bê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê