A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Ey Nesîmê Sibehê
555 Xwendin
12 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Ey Nesîmê Sibehê

Ey nesîmê sibehê ma di mecala seherê
sed selaman bigehînî ji me wê lebşekerê

Nêrgiza nazik û ter neyşekera mest û xumar
Dêmdur û le`lileb û muhteşem û mu`teberê

Bisk û gîsû ji herîr in qeseb in turre û zulf
Ne ji kafûr e beden xal-i ji miskê teterê

Dêmibedr û aniyê zulfê li ser bûne helek
Erqeman helqe û ger dane li dewra qemerê

Asitanî û şibak û kulek û pencereyan
Da bi miskînî û zarî tu bibûsî di berê

Tozekê bîn bi xwe ra ta bikirîn kuhlê beşer
Li terîqa qedema dilber-i wê rehguzerê

Da bibînî senema min tu bikîn xwe bide xet
Bike telxîş-i cewabê me ji vê muxteşerê

Lew ko pir şefqe didêrit kerem û lutf û kemal
Ah ji dest remz û surên wê dur û gewherxeberê

Ma bi zehrê şekerî dost-i bixwînit carekê
`Erdihala ko nivîsî me bi xwîna cegerê

Qederek şefqe ji lutfa te temenna dikirîn
Da me mehrûm-i nedêrî tu ji lutf û nezerê

Bi xwidê qet te di dil da ji xwidê tirs-i nehin
Dikirî zulm û cefayê tu li min vê qederê

Ez bi wê qamet û bejnê li te şondê dixwirim
Bes ke ey padişeha min li esîran xederê

Ji ber ahên me dinê agir û dûd bit ne `eceb
Me di dil da heye narek ko disojit seqerê

Ne bûyîne ne dibin wek te şepalê di cehan
Kê dîn mislê te sîmînten û zerrînkemerê

Paş-i wan gezmeyê çehvên te Mela pê kuştiyî
Ma xedeng in dikirin qet li me êdî eserê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê