A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)
543 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Dîsa Li Bedrê Katibî (Xet)

Dîsa li bedrê katibî
Kêşa ji nû jengarê xet
Nûr e reşandî wahibî
Dergerdişê pergarê xet

Herfên ji qudret nuqte pur
Madarê hewda le`l û dur
Evreng-i kê dî we bi sur
Qudret numûn zengarê xet

Ew çîçekên şetrî şibêht
Ef`asifet qelbê me mêht
Selwa ji balayê we rêht
Ev perdeya gulnarê xet

Neqş û nigarên dilberan
Dercên ji remzên esmeran
Her tên ji dest neyşekkeran
Me j’gulşena ferxar-i xet

Mi j`destxeta terhên şelal
Xal û xetên nûra zelal
Danî di şendoqan li bal
Malê me sed qentar-i xet

Bergên gula reyhaniyê
Katib numûçek daniyê
Kes dî bi vê şîraniyê
Der şen`etê cebbar-i xet

Reyhan û sinbil tê hene
Sed çîçek û gul tê hene
Zerbav û bilbil tê hene
Ew bexçeya gulzar-i xet

Gulçîçek û neqşên xerîb
Nesrîn û reyhanê `ecîb
Lê rast û çep bûyîn şelîb
Cedwelkeşên zunnar-i xet

îro seher tuxra nişan
I`rab û herfên zerfişan
Hatin digel bayê şeban
Me j`canibê dildar-i xet

îro berata Ehmedî
tuxra nişan zerkeş me dî
Xettê Humayûn kê we dî
şîrîn û me`nadar-i xet

Ellah di ber qal û belê
Da yexme kit qelbê Melê
Avêhte çerxê cedwelê
Evrenge `enberbar-i xet
Helbestên din ên Helbestvanî/ê