A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Dilberê Serdarê Xwiban
737 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Dilberê Serdarê Xwiban

Dilberê serdarê xwiban ez nizam agah heye
Di hebs û zindanê esîr û girtiyê dermande ye

Girtî yem mayim di hebsê kî gelo mehder bikit
Carekê navê me bînit pir sewabek zêde ye

Mihnet û halê esîran kî li mîran `erde kit
Dê bitin pirsê li min lew pir bi rehm û şefqe ye

Ger bipirsit carekê xatûn li halê suxteyî
Qufl û zincîr dê vebin bê ism û dest û mifte ye

Bend û zincîr dê vebin curhên di kul dê xweş bikit
Lew ko navê dilberê dermanê derdê bende ye

Herçi bîvêrê ko navê dilberê bêtin li ser
Xweş dibit hadir di gavê bêguman û şubhe ye

Bêguman xaka riya wê tûtiya û dane ye
Ger di çehvên kor ve înin xweş dibin pê dîde ye

Meyyitê sedsale jî wê rê vi ber qebrê kevit
Dê vejî rûh bête ser sata xwe bêtin zinde ye

Meyyitan lew radikit yekser dilan yexma dikit
Ismê e`çem ma dizanit ya mesîha ew bi xwe ye

Ez dibêm `îsa ye ew ya Bû-`Elî Sîna ye ew
Lew bi remz û `işweyan pir mu`cizat û şîwe ye

şîwe û remzên di wê teşbîhê berqê lami` in
Kohê Qaf bit ger dikit sata xwiya bit perde ye

Perdeya mehbûb di nêv qelban ko dê ker ker bikit
Qet di perdê xef dibin Xurşîd û Mah û Zuhre ye

Zuhre û Xurşîd-i min dîtin di qewsê hemqeran
Surrê da dil `eqreban çerx û sema û hey-hey e

`Eqreb û qewsê qezeh vê ra muqabil Muşterî
Roj û şêv û nûr û tîrêj berq û hem ispêde ye

Ew hemî vêk ra mi dîn têkil di çerxê carekê
Hê ji wan bêhal im ez ehwal û `işq û cezbe ye

Hal ji wê remzê giha min mestê wê remzê me hêj
Serxweş im hetta ebed bê cam û neql û bade ye

Serxweş im bê cam û mey remza nihên ebter kirim
Nagihan tîr dane dil lew kuşt e hadir suxte ye

Kuştiyan xewn dî liqa`ê lew bi wê dê xweş bibin
Hêviyan qet nabirim meqşûd me dîdara te ye

Hêviyan qet nabirim carek tu bêyî şefqe kî
`Eqdê ihramê dê bînim hadirî bim secde ye

Secdeya ber eswedan nadim bi sed hecekberan
Sond bi wan zulfan û xalan heçwekî bêjim we ye

Sond bi wê zulfa siyah ez `abidê husna te me
Xef dinoşim vê şerabê xweş şerab û qehwe ye

`Umrek e d’sojim bi xef çehvnêrê yek pirsek te me
Da beyan kim şerha halê dil bi herf û nukte ye

Sed hezar bar şakir im ez ko ji Belqîsa perî
Hudhudê şîrînzeban îro xeberdarê me ye

Ism û navê tey şerîf hey kir li min qelbê mirî
Lew di medhê te û senayê bûyî me çeng û ney e

şubhetê çengê dinalim hêj ji dest daxa qedîm
Herwekî meş`el disojim dost nizam ageh heye

Min divê ser li asitanê herwekî tolan nihim
Belki carek keyl bipirsit ev çi mehrûm tole ye

Ger bi navê toleyan carek vixwînit bendeyî
Bi Melê xweştir ji mal û gewher û gencîne ye

Gewher û gencên Melê husn û cemala dilber e
Sed te`ale l-lah tebarek ev çi husn û cilwe ye
Helbestên din ên Helbestvanî/ê