A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Dilber Şikêna Şekerek
331 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Dilber Şikêna Şekerek

Dilber şikêna şekerek
Fequltu ya rûhî meta?
Go min heta xatir hebit
Min go çi kim ez ba heta

Zulfan tu bes çîn çîn bike
Biskên muqabil dîn bike
Pêşkêşî yek zulfek te bin
Mulkê xeten textê xeta

Dil bendê dava zulfekê
Keftî kemenda ulfekê
Hel fî yedi l-meftûni şey?
Ew keyfe eşne` ya feta?

Zulfên but û şîrînleban
Jehrî ne şubhet `eqreban
Lê min ji biska pirgirê
îro tinê girtin du ta

Nisbet perî zîba ye ew
Wek nêrgiza yekta ye ew
Ya men re`a xillî fe-hel
Yuşbî bi-şey`in qameta

Me ji buxçeya yar zeyyinî
Bêpirs-i yek sêvek çinî
We-bima ceneytu cenyetî
Elqet `eleyye cinayeta
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê