A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac
586 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Dil Ji Ilacê Ko Bi Der Ket Mizac

Dil ji `ilacê ko bi der ket mizac
Dê ji lebê noş-i `eta bit `ilac

Ayîne`ê camê cehanbînê Cem
Bade`ê le`lî ne di cama zucac

Ji ava heyatê bi me da şerbetek
Zinde kirîn ma ji `edû ra neşac

Bend-i kirim gerçi şubih fîl-i bûm
Sîmiberê sa`id û bazo ji `ac

Exterê iqbal û meha birca bext
Mihra sipihrê kemer û text û tac

Kos-i ko hingaft-i bi şahî li text
Padişahan neqdê rewan dan xerac

Xwisrûyê şîrîn-i li derbendê husn
Sîmiberan lazim e lê mehr û bac

Sikkeyê şi`ra me bi navê te hat
Lew bi `iyarê di cehan da rewac

Abê rewan min diye şi`ra Mela
Yunkiru li-lma`i li-sû`i l-mizac
Helbestên din ên Helbestvanî/ê