A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Daneyên Enber
912 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Daneyên Enber

Daneyên `enber li nisrînan reşandin xalê xam
Sosinên nazik li ser xalan çevandin dalê dam

Cebhet û dêmê ji qudret lê nivîsî herf û herf
Kagulan ta ta li ser herfan kişandî lam û lam

Leyletu l-qedr û berat in zulf û cebhet subhê
`îd
Dêm weko fesla biharê lê qiyamet qedd û qam

Ew perî weqtê di sundus da ji qundus bit xwiya
Bende dê şah û geda bit Xwisrûyê şîrînkelam

Herkesê carek diye ew zinde ma hetta ebed
Wê nedîtî ew perîrû zindegî lê bit heram

Herkesê camê ji destê wê binoşit noş-i bit
Ê ji wî destî nenoşî zehr-i bit lê ew medam

Wan di reqsê da ko dîm awir peyapey dane min
Berq û tîrêjan li dil dan cezbeya `işqê revam

`Umrek e dûr bûm ji canan ketme benda firqetê
Nagihan perde hilanî go Melayêm es-selam
Helbestên din ên Helbestvanî/ê