A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Bi Narê Firqetê Sohtim
3086 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Bi Narê Firqetê Sohtim

Bi narê firqetê sohtim
Ji ferqê ser heta pê da
Xedenga xefletê nuhtim
Ji berqa lami`a tê da

Xedenga firqetê re`d e
Dilê ew xefletê lê dit
Dibêjim wer cebel bit ew
Bi ker bit wê di gavê da

Heçî firqet nedî hicran
Nebê min dax û key lê ne
Ji bil derbê di hicranê
Firaqa rûh û can kê da

Ji her bêdax û bêderdî
Mepirsin mihneta `işqê
çi zanin bê xeber jana
Dilê dax û keser tê da

Kesê mihnet dî û firqet
Vexwarî cer`eya hicrê
Girî wan tê bi halê min
Di vê hicran û zecrê da

Bi dama muhbetê bend im
Xedenga firqetê dil nuht
Bi şubhê murxê nîmbismil
Di hev wertêm di xwînê da

Birûska batinî da dil
Di pêtê sîne wê werbû
Ko dê bêtin tebêta dil
Di nav wê nar û pêtê da

Ji ulfê şubhetê zulfê
Medam lew bêqerar im ez
Ko canê min `ezîz îro
çû û dil wê di ulfê da

Ji mehbûb dûr kirim çerxê
Felek wê pir hilavêtim
Nizanim dê li kû dit min
Di vê dewran û çerxê da

hebîbê bêxeta kuştim
Bi derba firqetê axir
Ji wê rojê dizanî min
Ko yar ew tîr li cergê da

Gelo dîsa bibînim ez
çiraya weşletê hil bit
Bisojim şubhê perwanê
Di ber wê nûr û şewqê da

Bi derba kewkeba Subhê
Li meşriq Zuhre tali` bit
Zuhel dûr bit bi şeş bircan
û winda bit di xerbê da

Ji qundus Zuhre peyda bit
Ji hindis Muşterî bêt der
Spêdê dit sureyyayê
şefeq dit qametê pê da

Ji şewqa ebrûyan binmêt
Hilal dîsa di qewseynan
Ji xawer bête xwirşîdê
Zelam werbit di nûrê da

Bi werdan zeyyinîn gulşen
çimen da lale bişkiftin
Binefş û çîçekan vêk ra
şefeq da yek di rewdê da

Sehergeh `endelîb mest in
Ji bihna werd û bişkojan
şubih tûtak û goyînan
Dinalin em di firqê da

Li kelbê asitanê xwe
Nepirsî qet hebîb carek
Gelo nayêne bîrê em
Di vê nêçîr û ravê da

Dizanim şehsiwarê min
xezalek wê di fitrakê
Bi cayî şeydê ez bûma
Di wê fitrak û bendê da

çi heddê sed hezar can bin
Di fitraka hebîbê min
Ko sed Cimşîd û Keyxwisro
xulam in ser devê rê da

Di deh salan mulazim mam
We yarê rû neda carek
We ger ne yar eger rû dit
Heye carek di salê da

Dilo mizgîn e min şa be
Ko sultanê me dê bêtin
Ji min bawer ke peyxamê
Seher mizgîn bi min pê da

şukur bînahiya min hat
û Ye`qûb dîde rewşen bû
Bi boya Yûsifê Misrî
Li Ken`anî beşer peyda

Nesîmê sinbil û sêvan
Seher da hebs û zindanê
Vebû qufla me bêmifte
Ziringînî ji quflê da

Firaqê, şev bi axir çû
Spêde kifş-i bû dîsa
Merîxa nehsê ava bû
Xwiya bû roj di şerqê da

Di çerxê wek nucûm dêmdur
Sema hatin qirana yek
Heyîva bedrê bû ew
Surperî min dî di reqsê da

Ji Wadiyê-eymenê dilber
Nizam enguştek izhar kir
Ko xweş enwarê berq in ew
Tecella bûn di torê da

Qirana Zuhreyê min dî
Di ber `iqda sureyyayê
Ji perwînan dibêjim `eks
e hêj keftî di camê da

hebîbê `ezmê suhbet kir
Di caman lew şerab anî
Dilê min dî du şeyyadan
Ji biryan ra berî wê da

Bi tolên asitanî ra
Vexwendim mîr bi dergahê
Bi vî çavî hebîb dîtim
şukur ev şefqe Mewlê da

Ji şeklê ebrûyên saqî
Hilatin sed hilal îro
We bedrek min muqabil dî
Işaret min ji `eksê da

Bi zehrê xwey şerîf xwendim
Ko xidmetkarê dêrîn î
Te pir cewr û cefa dî ne
Di sulûk û se`y û cehdê da

Biçîn werdan ji gulzaran
Ko exyaran bi dest xar in
Ji mexşûşanê dergahê
Du `am in ew di hecrê da

Bi teşrîfa xwe ez xwendim
Ji lutfê bende nîşan kir
Xelat û şefqe û dildan
şukurxwaz în ko Baxwey da

Mi hadir secdeya şukrê
Li wê `erda muqeddes bir
Bi mujganên xwe dur suftin
Enî malî li `erdê da

Heya bînahiya çehvan
But û `Uzza û Latê min
Tu yî pêşber sucûda min
Sehergahan di xelwê da

Li bal `ilmê te me`lûm e
Ji jînê min tu meqşûd î
Fidayê can me dê can bit
Di qesta wesl û dînê da

Bi husna xwe ilahî kî
Bi sehm û heybeta dînê
Nucûm û kewkebê lami`
Ji bala tên bi bejnê da

Bi xalên werd û nesrînan
Ji qudret xet kişandî lê
Bi terha nêrgiza `êlî
Sehergahan nesîm lê da

Ko tolê asitanê dûr
Nekî êdî ji dergahî
Ji Baxwey vê rucû nakîn
Di babê lutf û rehmê da

Tu narê firqetê zanî
Dikarim ez tehemmul kim
Diyarê kohê Qendîl im
Meger fîl im di `işqê da

Zehê derdê mezin firqet
Ceger sot ateşî da dil
Cihê şebrê nema çendan
Ferec min dî di sebrê da

Mela bê qameta yekta
Qiyamet min bi çehvan dî
Firaqê rûsiya bin te
Ji min canê şîrîn cê da
Helbestên din ên Helbestvanî/ê