A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Bi Husna Ehseni
1488 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Bi Husna Ehseni

Bi husna ehseni t-teqwîm û zahir soretê zat î
nezer dî »`elleme l-esma`« we batin `eyn-i mir`at î

Di pabûsa semen sayê mi nêrî bejn û balayê
»Le`ellî ebluxu l-esbabe esbabe s-semewatî«

Ji vê teqwîm-i insanî nezer da sirrê subhanî
»Fe-haze l-wechu min ecla berahînin we-ayatî«

Ko nûra `işqê lami` det li torê qelbê cami` det
Di seyra berzexi l-esma` nihayatu bidayatî

Nişanên turre tuxrayan di weşfê zuhre sîmayan
»Li-`inwani t-tecellî min bera`ati l-`ibaratî«

Dilo wer seyrê balayan di gulzara semensayan
»Bi-ha tehtezzu banatun lena min meysi qamatî«

Semaya cumle dêmdur tê bi i`caz ehlê sur pir tê
»Bi-ha teşteffu qamatun bi-`îdanin we-nayatî«

Semayê rast û çep tînin şemalên xasse hiltînin
»Fe-ya li l-lahi fî meylatiha min `etfi banatî«

Bibêjin xemze elmasê bi zimzim bîne şehkasê
Ko hel kit me`nayên asê »fe-ya heyya lena hatî«

Dibînî nexmeya çengê dema avêhte ahengê
Bi qanûn wê dixwînit me »li-mî`adin we-mîqatî«

Ji remzên xemze çalakê bi dil dê bêne idrakê
»Me`anin lem yese`he l-lefzu min dîqi l-`ibaratî«

Ji nazik dilbera nazik di sehmê dî me i`cazik
»We-kem min xeşfi xizlanin ehabet leyse xabatî«

Ne tenha pêşiber yar în ji emrê »kun« xeberdar în
»We-men ehwahu sarin fî mesarî kullî zerratî«

»Huwe l-ewwel huwe l-axir huwe z-zahir huwe l-batin
Huwe l-me`bûdu we-l-meşhûdu fî kulli l-huwiyyatî«

Ji laşey`î ji me`dûmî me nasî sirrê qeyyûmî
»Sucûdî fî turabi l-mehwi min e`le l-meqamatî«

Bi heq rindê xerabat im ji dêrê vê demê hatim
çi hêvî hon dikin îro ji vî rindê xerabatî

Di `işqê şeyxê sanî me, bi dil behrê me`anî me
»Li-zî hicrin we-çî qelbin şifa`un fî işaratî«

Di iqlîmê suxen mîr im di şi`rê de cehangîr im
»We-ye`lu mewkibe l-`uşşaqi e`lamî we-rayatî«

çi xweş nûrek zelal î tu di qelbê min şemal î tu
»We-qelbî heysu fîhi l-hubu mişbahun bi-mişkatî«

Teqada weh dikir hikmet ko çerx û lewleb û bab in
»Huwe l-fe``alu la texter bi-esbabin we-alatî«

Ezel `eynê ebed yek an di deyyûmî yû qeyyûmî
Tenezzul tête tefşîlê »bi-anatin we-ewqatî«

Te`ale l-lah ji ihsanî bi dildarî bi dil danî
Mela îro te kir paşa li ser çehvên Melê hatî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê