A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Cizîrî - Aşiq Er Carek
3600 Xwendin
12 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Cizîrî - Aşiq Er Carek

`Aşiq er carek ji bala lê bidit berqa mecaz
Dê li nik sahibdilan hetta ebed bit serferaz

Keşfa esrarê şifatan bêmehebbet nabitin
Sûretê esma divêtin da bikîn jê fehim raz

Lami`a husn û cemalê dê ji `ilmî bête `eyn
`Işq-i da jê hilbitin kê dî heqîqet bêmecaz

Husn û hub bê yek du nabin dê bikin şah û geda
Nûr-i nadit şu`leya Mehmûd-i bê şem`a Eyaz

Me`neya `işqê dizanî ayeta husnê bixwîn
Da tu herfên muhbetê yek yek ji hev kî imtiyaz

`Aşiqan bêgav-i lew kalîn ji dil tên şubhê re`d
Wan ji bala lê dibarin wek birûskan remz û naz

Kê xeber dabit ji `işqê key ji ber westa girit
Gerçi rah ez zerre zerre sînesûz û cangudaz

Aferîn sed aferîn hê min ji wan ra aferîn
Ê ji tîrên dilberan da`im di dil peykan û gaz

Guh de awazê neyê weqtê sema tên muxbeçe
Fehm-i razê ger dikî çawa dinalin çeng û saz

Ew dil-i min wek kebûter nabitin kes lewme kit
Lew di vê torê we da keftî me dîn sed şahibaz

Wer dilo da çîn temaşaya ciwananên çimen
Wê hilanî ser bi naz û sayeban dayê niyaz

Zulf û sinbil muşk-i bûy û bisk û sosin sirşirîn
Serwibala sebzipûş û kil nişan û xunçebaz

Nêrgizên qamet zumurrud sergiran hatin xiram
çar-i etrafan bi ref ref lê bi meş tên siy û qaz

Dil bi kê dim ez ji wan heryek bi xencan dil dibin
Dilrubayên canfezayên dilberên `aşiq gudaz

`Eqd-i ihramê dema dilber xwiya bê ferd-i `eyn
Secdeyek ber wan du birhan nagirit cih sed nimaz

`Îd e û mîrê me îro dergehê lutfê vekir
Go Mela hingî bixwazî dê bidim bes tu bixwaz
Helbestên din ên Helbestvanî/ê