A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Bateyî - Ya Reb Hawar
1724 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Bateyî - Ya Reb Hawar

Ya Reb hewar sed car hewar
Perwan û qet nagrin qerar
Xweş muhbetî havîtî nar
Ya Reb tu yî dermanê min

Sed car hewara thekemî
Ya ageh darê ‘alemî
Derman bike vî elemî
Ya reb tu yî dermanê min

Vî elemî derman bike
Sirra ezel zahir bike
Daxa dila hasil bike
Ya Reb tu yî dermanê min

Elem çî ye? Muhîbbet e
Derman sebr û sekînete
Ya reb bikey bi qismete
Ya Reb tu yî dermanê min

Ya reb bikey tewbe nesîb
Tecellîye husna hebîb
Derman bikey dilê hebîb
Ya reb tu yî dermanê min

Dilê xerîban sax bike
Sirr û hala zahir bike
Daxa dilê min sax bike
Ya reb tu yî dermanê min

Dilêm kole bi xwoşîne
J-ber birîna tijî xwune
Bi dermana hekîm nîne
Ya Reb tu yî dermanê min

Eger hekîm ‘îsa bitin
Luqman ji qebra rabitin
Daxa dila sax nabitin
Ya Reb tu yî dermanê min

Eger hekîme Luqman e
Dawud digel Suleyman e
Nizanin min çi kuvan e
Ya Reb tu yî dermanê min

Kovana min Muhemmed e
Ji bo roja qiyamet e
Bo me biket şefa’et e
Ya Reb tu yî dermanê min

şefa’eta wî hêviye
Lber dergehê îlahiye
Bo Melayê Bateyî ye
Ya Reb tu yî dermanê min