A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Melayê Bateyî - Ger Tu Nazik Sorgul î
1737 Xwendin
15 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Melayê Bateyî - Ger Tu Nazik Sorgul î

Ger tu nazik sorgul î
Ez bilbilê mestane me
Horiya reşkakul î
Ez aşiqê dîwane me

Horiya firdewsa ‘alî
Qumriya baxê cemal î
Ger tu şem’ î wer şemal î
Ez ‘eceb perwane me

Xwoş şemal î mihr û mah î
Nazika ebrûsiyah î
Ger tu şah î padîşah î
Ez xerîbê xane me

Padîşahê hullepoş î
Afitab ser tasê noşî
Ger tu mestê meyfiroş î
Ez qûlê meyxane me