A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mela Xelîlê Mişextî - Derwêşkarî
266 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mela Xelîlê Mişextî - Derwêşkarî

Ger te mal û pez nebin kovan çi ye
Yan te bax û rez nebîtin tan çi ye
Yan te nan û sifre nîne xan çi ye
Şibtî bay dunya dibûrît jan çi ye

Roj û şev bo kes nemane qamekê
Dê giriftar kin hezaran bi davekê
Her kesek dê bîte dîlê çamekê
Xoş bîtin yanî nexoş raman çi ye

Ger tu sax û ketxuda bî, tendurist
Yan belengaz û geda bî bê helist
Yan jî şay heft kîşwera bî, ey bira
Tubekê cangî dibey, saman çi ye

Ger tu jar î, derdemend î, lê nenêr
Ketxuda û dewlemend î lê nenêr
Ew dinê karwansera ye û karwan
Carî tênê û bar dikin, fîxan çi ye

Sed bira û kur hebin, tu her tu yî
Zêr û gewher te hebin, tu her tu yî
Bo te ye, tayek kefen, tu her tu yî
Nan genim bît yan ceh û zîwan çi ye!

*Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"