A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mela Xelîlê Mişextî - Arî ye
465 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mela Xelîlê Mişextî - Arî ye

Ev çi zend e, ev çi qend e, ew çi find e, çi şemal
Ev çi xal e, çi şemam e, ev çi rend e, çi şepal
Ev çi nexdan e, çi lêv in, ev çi ebrû ne hîlal
Ev çi mujgan in, çi tîr in, ew çi xifş in, karxezal
Ew çi bişkoj in, telîsm in, ew çi kanîne zelal

Ew çi bala û kezî ne, ew çi bisk in cûte mar
Ew çi gulzara rezî ne, ew çi misk e, reş û tar
Ew çi zozan e, çi şîn e, sêvesor in lê diyar
Ew çi şorab in, çi tît in, ew çi bîstan e, bihar
Ew çi remz û havrî ne, ew çi naz in çi delal

Ew çi bax e, ew çi rax e, ew çi nifş e? Arî ye
Aya ew xewn e dibînim yan dirist û rastî ye
Ez dirist im neku mest im, bê guman hişyarî ye
Ez kiçe Kurdek dibînim, pir çek û mirwarî ye
Min gewah destûrê Kurd e, xwînşirîn e bê heval

Kofî kêl e, bisk bi têl e, ew çi pêl e, Kurdî ye
Xan û man e, nav ciwan e, Kurd nîşan e, cindî ye
Bi genc û hat e, xoş wilat e, xoş nejad e, safî ye
Kurdistana nav ciwan e, min xezel pê gotiye
Aşiq im bo wê delalê ser vî emrê pîr û kal!

*Çavkanî: Besam Mistefa, "Mela Xelîlê Mişextî: Serpêhatiya Pênûs û Jiyanekê"