A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mela Ehmedê Namî - Peyman û Soz
280 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mela Ehmedê Namî - Peyman û Soz

Me peyman û soze ji bo niştiman
Bi zor û bi gazin bixwazin jiyan

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat

Welat ger nejî serbilind kurdino
Ji bo me çi hêjaye jîn merdino!?

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat

Bihayê mezin jêre her dem bidin
Bi wî jî nebê mal û can pê bidin

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat

Welat em mûdam can fidayê tene
Hemi leşkerin, bendewarê tene

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat

Kurên te bi carek li karin bizan
Heval û birane bi kar û ziyan

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat

Hemî şêrê cengin, cihan rêberin
Ji bo serxwebûnê bi xwîn û mirin

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat

Bijî pêşewayê mezin, her bijî
Bi azadî kurd û welat, her bijî

Bijîn xort û keç, al û ol û welat
Ji destê sitem zû derînin welat