A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mela Ehmedê Namî - Diljaniya Haco Axa
314 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mela Ehmedê Namî - Diljaniya Haco Axa

Rehmeta Xwedê lê û li miriyên malbata wî be

Der sala hezar û neh sed û çil,
Bîst û didiwê Nîsana têrgul;

Axê me Haco ê dilovan,
Xemxwarê feqîr û jarên Kurdan.

Yezdanê mezin bi rehmeta xwe,
Dil şad kirî bi ceneta xwe.

Bîst û sisîyê meha me gotî,
Tîra felekê dilê me sotî.

Tabût giha bû ser mezarê,
Rengê xwe dida riwê Biharê.

Ezmanê Cizîrê bû bû tarî,
Wê gavê ji ewran xwîn dibarî.

Ew dem te digo ew e qiyamet,
Zahir ko me dîn du sed elamet.

Em xerqeyî pêlê hesretê bûn,
Sewda yi serê me wê demê çûn.

Xortê me ketin deravê kalan,
Bi hêl û qiwet mîsalê dalan.

Ser ta bi qedem hemî birîn bûn,
Têk da bi tebayî sernexwîn bûn.

Rûdênê keça hemî wekî co,
Bê eql û hewes ji derdê Haco.

Şev ta bi seher melûl û gêj in,
Xwîn in ko ji çavê reş dirêjin.

Çerxa felekê neyar û bêbext,
Doza te çi ye, bi min re her wext?

Nahêle bi dilxweşî ko rûnin,
Nisxa xereza te em bixwînin.

Serdarê ciwan û xort û kalan,
Bê sûc û guneh te kir bi talan.

Em mane di hesret û xemê da,
Tîra ko li dil ketî te lêda.

Bes ko kedera te em helandin,
Can û cegerê me tev qewandin.

Qehr û xezeba xwe bes birêje;
Cewra te li me kirî ji mêj e.

Celwa xezeba xwe dagerîne;
Sûcek me tu nîn e ev çi kîn e.

Qîrên û hewar xort û bûkan,
Lerzîn dikete dilê biçûkan.

Fîxan ji me çûne banê barî,
Hêja bi me re dikî neyarî.

Ko rêçeşînasê miletê Kurd,
Xemgîr li ser wî miletê Kurd.

Haco tu bi navê Kurdewarî,
Razayî li benda efwa barî.

Emrê te meger giha bû şêstî,
Nazdarê welat tu zû nivîstî.

Wextê te ne bû, niha tu razî,
Doza me bi dilxweşî bixwazî.

Însaf bike ev ne edl e, zilm e;
Rojek te nekir kerem digel me.

Bistanê bi hendesê te danî,
Guhdarî hene bi dergevanî.

Pêta li dilê te ê birîndar,
Xortê me ji xewnê kirine hişyar.

Der heqê te de nizam çi bêjim,
Bê sebr û qerar û dîn û gêj im.

Feryad dikin ji bê mecalî,
Hêstir diwerin ji herdu alî.

Tirba te li pêşberê me her dem,
Pê sebr dikin heta xweş in em.

Ger çendî qewî li me nihan bû,
Navê te î xweş ji nû eyan bû.

Namî bes e, ey şivanê derdan,
Hêja bi xweşî dikî xeberdan.

Wek mirxê hezîn bi davê dilxweş,
Rûne bi tenê li quncikî reş.

Çendî ko bibêjî, hem binalê,
Heta bigihînê dewrê salê.

Dîsa tu nizanî ev çi hal e,
Derdê di dila ye, bê mecal e.

Lê hêvî dikim Xwahê gewre,
Vî ewrereşî li me bigore.

Daxwaz li me êdî zû xuya bê,
Şêrîn e welat niha qe nabê.

Ey Xwahê mezin tu çendî pakî,
Haco tu bi rehma xwe şa kî.

Kêmayî hebin jî, lê nebîne,
Pir cewr û cefa ji bo me dîne.