A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehwî - Be Nûrî Bade
281 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehwî - Be Nûrî Bade

Be nûrî bade keşfî zulmetî teqwa nekem, çi bikem!
Be şem`êkî weha çarî şewêkî wa nekem, çi bikem!

Le xezney dilimda herçî heye, her daxî sewdaye
Desa em neqde derdî `îşqî pê sewda nekem, çi bikem!

Legel destî mela rê nakewê zunnarî zulfî yar
Wekû "şêx" îxtyarî mezhebî tersa nekem, çi bikem!

Le rêy ew şoxe da xom kirde xak û pêy nena pêma
Desa xakî hemû `alem be ser xoma nekem, çi bikem!

Demêke şarî pirşorî mehebbet mat û xamoşe
Be qanûnî tecennun şorşê înşa nekem, çi bikem!

Le çawanim nema bo girye, nobey secde ber derye
Siyasalim nebare, niwêjî îstîsqa nekem, çi bikem!

Le ser tom duşmine dinya, qezîyem man` alcim`e
Ke terkî to nekem, terkî hemû dinya nekem, çi bikem!

Becê mawim le yaran, nabecê mawim. Ecel, zû be!
Be mirdin lem qisûrî jîne îstî`fa nekem, çi bikem!

Ewa leyla be rojî heşr eda wadey lîqa mehuy!
Heta qamî qiyamet, ah û waweyla nekem, çi bikem!
Helbestên din ên Helbestvanî/ê