A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmûdê Ako - Zivistana Canekî
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmûdê Ako - Zivistana Canekî

Bahoz e....
Bahoza laşekî ye,
Zivistan e,
zivistana hestekî ye,
serma ye,
serma canekî ye,
di xwe de hemî dibe
zivistanek.

Hest
li ber dergeh,
vizîneke bi hêz li dar dixe.
Dilbijînên nehênî yên jiyanî,
di laş de dîlaneke kobrayê dikin.

Can di mêtineke dûmahî de şil dibe,
û bi ser sîngê de tê xwarê.
Hetanî ku bêhnên wî lê vedgerin,
dadikeve û vedgere,
dadikeve û vedgere,
ji vegerê laşek çêdibe.

weke dojehê,
lêv xwe vêdixin,
dest
mîna sîka bin ewran,
di ser pêyan re buhiştê pîroz dikin.

Xelatên,
gelî û deştên xwe,
ji cotekî re keskesor dike.
Bi meherevanî xwe dimjin,
hest.
Di ser buhiştê re,
ew çiyayên ji çavan re,
peristîne bilindî ya wan,

Avên jiyanî
ji kanî û sûlavên xwedayî
dibarin
bi ser laşekî de,
dibarin.

Xaka tîh, Qelşokên xwe,
ji bêhna wî re,
dike newrozek.

Xwêdan tê bi mêhvanî,
her dilopek wê,
çîroekekê dibêje.

Ji nermbûna xwe,
ji germbûna xwe,
ji mestbûna xwe,
di xwe de dihilin çiya.

Agirê zerdeştî di giyanê xwe de,
pîrozdar dibe.
Di cotbûnê de,
xweda wan bi xwe dinixumîne,
û xwe di wan de pîroz dike xweda.

Dawiya buhara 2002’an
Helbestên din ên Helbestvanî/ê