A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmûdê Ako - Agirê Zeredeşt Dadin
173 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmûdê Ako - Agirê Zeredeşt Dadin

‘Diyarî canê Pakrawan şêx MAşûQ XEZNEWî’

swarên hespên kumêt
Restem û Guhderzin,
Xorşîdê jînê ne
şêrê şerin,
pêşmerge yên azadyê ne

Maşûqê min

Ne rojhilat ne rojava,
ne bakur, ne başûr
Qubka serzêr nejî
kevrê reş
vedgerînî tol û heyfê……..

Masûqê min

ji zeviyên bê sînor
kêstek wê bihilin
li dor gora pakrewan wê bicivin
bi kesk û sor wê bixemilin
xeml, xemla doza te yî

Maşûqê min

li her dem û deverê
birîn a soza te yî
Xwedyê pênûsa XANî ne
Hecacîyê dibistana CEZîRî ne
Xewna havîna sincirî ne
Germa pembûyê tî ne
Ava ji çiyayan herikî ne
Dicile û feratê bi lehî ne
sitêrin di şopê de
rohnîya heyva şevê ne

Maşûqê min

Birîna te çerxek di kezeba demê de
veda,veda,
vedanek,
bi qûnax
mîna
bêhna pûng û biyoka
hermel û dirankiroka

Maşûqê min

li çara alî yan,
AHRIM ANIn
agirê
ZEREDEşTê kalin,
Hilora pêla rêwîne
şewata qîra sêwî ne,
serhildana adara dawî ne
Li serê her kolanekê
ZEBENIYEKI
bi bazbend in.

AVA MEZIN IN
Li kêleka zemzema LALEş in
ezmanê gotina te Oedêsa y î,
Birîndarê derba te ne,

Maşûqê min

Axa tenûra hebûnê ne
Agrê tifka êtûnê ne
birûskên rojhilatî ne
perwanê ronahî ya dûrbûnê ne
çawa di agirê te de
neşewitin,

Peyamnûrê min
Dûrbûna gerdûnê ne
Serxweşê êşa bîrbûnê ne
Sîka beja û avî ne
Roka bêrîvana te ne
pilingên berdayî ne,
di nêçîrê de,
NÊçîRVAN ê dema te ne

Maşûqê min
tu kuştin
wek
şÊX SAID QADI MUHEMED
kuştarên te
em jî zanin kîne,
Kîna zikreşî û ne wek hevye
CEGERXWîNê birîna te ne
TîRÊJê doza te ne
kulîlkê NûBIHARa te ne
TENGEZARê derdê te ne
RûYARê evîna te ne
DILYARÊ dêrika te ne
HOşENG in di rêka te de
dengê
Bavê FELEKa te ne

Maşûqê min

Xelata rojhilata te ne
çirûskin li her alî
Bayê ber tava te ne
Pêjna barana te ne
li her alî
evîndarê xaka te ne
Dengê azadî yê ne
Berada yî çola te ne
Keskesora bê baranin
Agirê hêwana te ne,
Zarokê pêçeka mala te ne,
afirandink ji afirên xwedê ne.
Swarê gotin a rastîyê ne.
Li herçar alî yan
şûrê şerê xwedê ne,
keska li dor gorê ne
Maşûqê min.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê