A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmûd Badilî - Li Ser Pira Mijê
127 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmûd Badilî - Li Ser Pira Mijê

Serê mêrekî
rih dirêj û por gij
bi gewdê ajelekî
girs û biyan ve
daliqandiye
simê wî yê rastê
serê mirovekî oldare
li ser pira mijê
dimeşe
pê li serê ademîzadan dike
û bi pozê xwe yê kopalî
devê keçikên pakîze 3
bêhn dike.

*Bi destûra helbestvanî ye.