A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmûd Badilî - Kezîzer
137 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmûd Badilî - Kezîzer

Kevaleke endazyarî
kezîzerek por dirêj
di nav rengan de
dilîze
di xelwetgeha nexşan de
bi çavekî ewravî
li lêvên diya xwe
dinere
du sêvên goşegir 1
di paxilê de
nehînin
û reşekî bengîn
di pişta wê de
daçikandiye.
Dê dibêje:
wê keça min bibe sitêrek.
Lê nizane…
reşek di pişta wê de ye
û zarokekî xwetena 2
di hundirê wê de
diqêre!.

*Bi destûra helbestvanî ye.