A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmet Hacioglu - Derman Ew e
124 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmet Hacioglu - Derman Ew e

Xemrevîna min porkej e
Ser tevnê raçîne tej e
Gel kerkîtkê sing diheje
Wê hêlanê sermest kir im

Xweş dihûne nexşa bi reng
Ew delala nazik çeleng
Xiste nav dil ar û peleng
Nexweşek bêdewa kirim

Bêdewa me derman ew e
Şev bûn werîs dil bêxew e
Ya ez kûştim ew mê kew e
Ribat bûm ez bêdeng kirim

Bêdeng im ey ruh û canim
Xeynî te kesî nabahnim
Wek Hesoyê Qûlixan im
Nazê ez bêmewda kirim

Ji dest yara nazik nîhal Zirav
bûm ez mislê hîlal
Ciwanî l`min anî zewal
Piştxûz û bigopal kirim