A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mehmed Uzun - Dengê Strana Dîcleyê (Ji Bo Bîranîna Apê Musa)
760 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mehmed Uzun - Dengê Strana Dîcleyê (Ji Bo Bîranîna Apê Musa)

Dîcle me ez, qirîna hezar salan,
Girîna nû ya îro
Ev çi hal e, ev çi hewal e?
Ka welatê aş, ka zemanên baş?
Dîcle me ez, sebra hezar salan
Li ber ba û bahozê rawestî
Li ber agir û şewatê xwe ragirtî
Li hember lîstikên bîr û heş her zînde
Berxwedan qewlê min e
Ez im, dengê ava qedîm
Dengê min mîrat ji do, mîrat ji bo sibehê
Dengê min di ser şer û pevçûnan
Di ser birîn, mirin û kuştinan re
Bi te re ho însan, ho dilê birîndar, ruhê sûzen
Ho nifşên do yên ketî, nifşên bê yên sext
Ho însan, xwediye mîratê
Tu li kû yî?
Te li kû hembêz bikim, bihewînim
Bi dengê xwe, bi mîratê bihebînim
Li kû dinya kete xewê
Keser, derd, xizîn û birîn sincirî
Deng hate birîn
Li kû deng hişyar dibe
Li kû ez ê dengê xwe bigihîm te, ho însan?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê