A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mayakovskî - Name Ji Tatîana Jakovleva Re
66 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mayakovskî - Name Ji Tatîana Jakovleva Re

Ramûsan ji lêvan
ya jî ji destan,
di xiroşa lerza bedenê de
li nêzîkî min
divê wek agirê li welatê min
rivînên agirekî sor
bi gurrîn bidin.

Evîna Parîsî
qet li min nayê:
dêlikekê bigirin,
wê bi hevrêşim
û temenan bixemilînin;
ez ê zû têkevim xewê
piştî ku min jê re got-
here ciyê xwe!-
ba wê şehweta heywanî
a hûtan.

Hew tu tenê wek min î,
di bejina min de yî,
de ka were tenişta min,
ez dixwazim rû di rû de
di derheqa vê êvara
girîng de
hinekî qise bikim
wek gava mirovek
ji yeke din re dike.

Saet pênc bû
roj gihabû êvarê,
êdî piştî wê,
ew daristana kûr
a mırovan
kerr bû,
ew bajarê ku bi mirovan
wilo dewlemend bû
mir û çû,
êdî hew dengê fik-fika Expresa Barselona
a ku bi pêpîka xwe bêrawest e,
tenê tê min.

Li ezmanê reş xeriqî
birûskan
girrîna
şanoyeke ezmanî
li dar xistin e-
tiştê ku dike bibe
ne ku wê
birq bikeve.
Ev hemû dil xerabî ye
dike ku çiyayekî bibe ciyekî din.
Ez ji cewherê peyvên pûç
bawer nakim,
ji destên min ên lerzok netirs-
wan adetên ku min
ji bapîren esîlzade girtine,
ez sozê didim
ku ez ê lixavên wan ragirim
û ez ê wan kedî bikim.

Ew sorikên ji ber kul û xeman,
wê wek qejmûşkan biweşin
wê hew dilgeşî tenê nemir be
û demeke dirêj
bibin sedema ku ez
di helbestan de
qala evîna me bikim.
Dilxerabî,
Jin,
girî,
û cirnexweşiyên wilo xelas!-
çav dinepişin
dibin wek ên efsûnkerê
di pirtûkên Gogol de.

Ne ji bo xwe tenê
ez dilxerab im,
çavnebar im,
ev li ser navê Rûsya Sovyetî tevî ye.
Min dît ku êşa zirav
mirovên belengaz
û zendik bipîne qirr kirin.
Lê heger
bi sed milyonan mirov
di xizaniyê de dijîn
tawanbarî ne a me ye.

Em dikin
ku alîkariyê bikin
bi qasî em dikarin-
lê piştin xûz hene
ku bi werzişê rast nabin-
li welatê min îro hewcedarî
bi ên wek te heye,
li wir
ew babet mirovên me
ên wek te çîm dirêj
ne pirr in.

Tu
a ku di nav bagera berfê
û tîfo re
bi wan çîmên wilo dirêj
gellek caran çûye
û hatiye,
pêwîst e tu nehêlî ew
li bar û qulûbên şevan
bi destên mîrên petrolê
bên fırkandin.
Vêna ji hişê xwe bavêj.
çavên te bi rivînên êgir in,
û gava tu dikenî
kevanên bi rûyan
wek xetan rast dibin.
Were vê derê,
lepên min ên mezin
dirêjî te bûne.

Tu naxwazî?
Baş e,
çile jî li vî bajarî derbasbike-
Lê bila ev riswabûn
ji hesabê min û te herduyan be.
çawa be
ez ê rojekê bêm
û te bibim,
tenê,
ya jî Parîsê bi te re.

1928
ji Swêdî: Süleyman Demir
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê