A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mayakovskî - Heta Deng Hebe Qîrîn
209 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mayakovskî - Heta Deng Hebe Qîrîn

Hevalên hêja
ên çaxên wê bên!
Gava hûn
li nav gûyê hişk
ê ji dema me bigerin
û li ser tarîbûna dema me
lêkolînan bikin,
belkî hûn ê
pirsa min jî bikin.
û belkî,
wê pîrekî lîteratûrê
di pişt dîwarên zanistiyê de veketî,
ji tava pirsên we re,
bibêje: erê welleh
helbestvanek hebû
gava klam digotin,
wek agirê sor bû,
loma jî navê wî
neyarê ava sar
ê yekem bû.

Gelo profesor
dikare ji kerema xwe re
duçerxa berçavka xwe derxe!
Lew di derheqa xwe
û wê demê de
ez dikarim bersivan bidim.

Ez karkerekî pakirinê bûm
endamekî Partiyê yê dilêr bûm
û dema palûta şoreşê rabû
ez jî mobîlîze bûm,
ez ji gulîstana xaltî helbestas
ku moda dawîn bû
di nigê nigdande çûm eniya şerî.
Ew gulîstan,
... hûn dizanin:
Ew derxên dilovan hemû:
Dil,
êş û kul,
çavên şiL,
westan û rastî,
rûmet û evîndarî ...

Ax, gulîstana min
çi renga-reng bû!
îro yek rabûye,
çi tê ber devê wî
wek ku avê ji misîn birijîne
dike klam û dibêje,
yekî din devê xwe ji gotinan dagirtiye,
û helbestan dipijiqîne-
Mîtreşkîn e yek ji wan,
li ser eniyê tem berî xelek e,
û Kudreçko jî
xeta rastikê di navê re yeşeytan
dizane navê hemûyan çi ye!
Gelo ji bo belengaziyê karantî na tuneye?
Na-
di dîwêr re deng tê ku mandolîntiyê dikin:
"Tara-tî, tara-tam, tara-tî,
tara-tey ..."
Piçek rûmet e
dema di nav ên wilo de
helbestên min wek abîdan
li meydanê,
li wê devera ku mirov di nav qahbikan,
qewadiyê û frengiyê de,
êşa zirav dikuxin,
bejin didin.

Helbest wek êgir bû
di devê min de bû
bawer bin min jî karîbû
romansan bi ser hevdû vekim
û wê spehîbûna ku serketineke navdar
û di bêrîkan de rublên pirr
didin mirov biçînim.
Lê min
sozeke din da,
û min bi xwe
pêl stûyê klama xwe kir.

Hevalên pêşerojê
guhdarî bikin-
vaye ê ajîtator
qise dike,
ê ku sûlava tava lewlewa lîrîkê girtiye,
mîkrofona serek bi xwe ye.

Ez di ser albûma helbestvaniyê re
bi gavên mezin dikevim hunduran.
Ez wilo qise dikim, wek ku yekî jîndar
ji yekî din ê tije jiyan re qise dike.
Di demeke komunîzmê a dûr de,
ez ê bêm ba we
lê ne wek helbestvanekî suwar û çekdar,
yekpare Yesenînbûyî.
Wê helbestên min
di nav heyamên asê re
û di ser serê helbestvanan
û hukûmetan re bigihin we.

Wê helbestên min bigihin we,
lê ne bi lew-lewa helbestvaniyêne
wek tîreke sist
ji nermiya têlên lurayê,
û ne wek pênc kopekên kevn
ji bo yekî entîkevan
ya jî wek ruhniya ji stêrkên vemirî.
Wê helbestên min
bi xîret di nav heyam an re
xwe bigihînin pêş,
wê giran
hişk
û girîng bin,
wek coyeke avê
di dema mede
ku hîna koleyên Romayî
bi xwe ava kiribin.
Di goristana lodên pirtûkan de
li wê dera ku helbest veşartîne
hûnê li çend rêzên ku hîna jî
wek pola diçirisînin rast bênbi
hemd û hêdîka
rahijin wan;
erê, rast e, kevn in
lê hîna gefok in.

Peyvên min
fêrî xweşkir inê
û şelafıyê nebûne,
û ez di guhên tu keçikên porxelek de
tiştên nîv bê rê nakim pist-pist.
Min bendên xwe
wek leşkerên di merasimê de kirine rêzê
û ez di ber wan re derbas dibim
wan tef tîş dikim.

Helbestên min
rêz bi dû rêzê de
bi giraniya risês rawestiyane,
ji mirinê re amade ne,
ya jî, ji rûmeta serketinê re.
Helbest stewiyane û mane,
navên helbestên min hemû
di çaviyan de li tenişta hevdû
bi qîrîn nav di xwe didin
û nîşanê digirin.

Ew in çekên min ên xoşewîst,
amade ne
heger ez bibêjim
ew ê êrîş bikin;
hevdengî û aheng
wek rimên tûjkirî bilind in,
suwariyên mifreza çelengbûna min
baldar rawestiyane.
û ez wan yekînan,
ku min ji serî heta binî
bi çek kirin,
ev bîst sal in her serketî
bi pêş ve çûne,
gelî proleterên cîhanê
îcarê ez hemûyan,
heta bi rûpelê dawî
bi dilekî germ û şa,
diyarî we dikim.
Ewên ku neyarên çîna karkir in
ji sedsalan ve
neyêrên min in jî.

Em di bin alên sor de
ji destê rojên birçîbûnê
û ketina dûrî aqilan
bi komê mezin dimeşiyan.
Cildên Marx yek bi yek
me vekirin û vekirin,
wek dema mirov li malê
pacên xwe vedike,
bêyî ku em bixwînin
me bi esehî zanîbû
bê em li kîjan rûpelî mabûn
û bê kî hevalbendên me bûn.

Ne Hegel bû ê ku em
fêrî diyalekrîkê kiribûn,
bi gûrîn ketibû nav helbestên me
wî çaxê ku serdest
jı ber tava fîşekên me direviyan,
wek ku demekê
em ji ber wan direviyan.
Bila rûmet
wek jinbiyeke bêhedan
serberdayî be
di şîna meşên cenazan de
bi dû mêrên navdarde bewê
helbestên min
di serê êrîşê de bimirin,
wek ku hemû neferên bênav
li ber kozikên dijmin dikevin!
Gû têkeve mefreqê giranbuha
û mermerisma çaplûs!

Em ê rûmetê li hevdû par vebikin-
ji xwe em yek celeb in-
û abîda me ya hevbeş
bêguman wê bibe
ew tekoşîna serketî
sosyalîzm.
Gelî ên pêşerojê
mirovên rehet,
aram û zînde
şewkên xwe bavêjin ferhengê:
ji çemê Lethes
peyvên ku hîna mane:
"ambargo",
"fuhûş",
û "tbe"
wek masiyan bigirin.

Bawer bin ji bo we bû
min rebenê helbestvan,
bi zimanê banderolan
pelxemên tbc
a1astin.

Ez bi teniya xwe ya ji salan
bûme wek fosîleke teniyan,
a cenawirekî ji heyaman.

Hevala jiyan,
bihêl em hinekî bi rê bikevin
tiştê ku ji pîlanê pênc salan maye
em bi gavên mezin tê re derbasbin.
Bawer bin,
piştî van helbestan hemûyan
ez wek sipiyekê rût û xizan im
û xweşiya li ser mobîlyayên bedew
li maleke wilo raxistî
ez hîna jî nizanim.

Lê bêyî,
ez bi rastî bibêjim
îşlikekî ku nû hatiye şuştîn
ez ne hewcedarê tu tiştan im.
Di pêşeroja ruhnîtir û geştir de,
bê guman ez ê derkevim
pêşberî Komîta rêvebir,
û ez ê di ser serê komên
sextekarên helbestan re
her sed cildên xwe
ên Nivîsên Civandî
ku bi partiyê re dilsozin,
wek qerteke partiya Bolşevîk
bilind bikim.

çileyê 1929-193
ji Swêdî: Süleyman Demir
Helbestên din ên Helbestvanî/ê