A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mayakovskî - Civîn
182 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mayakovskî - Civîn

Nû şev dîsa bûbû roj,
ez her rojê dibînim ku kerem dikin:
Hinek diçin komîtê.
Hinek diçin komîsyonê.
Hinek diçin sendîqê.
Hinek diçin rêxistina partiyê.
Xelk wilo di nav maqaman de diçin ciyên xwe.
Kaxet wek tavên baranê bi ser wan de dibarin. o avanî, nû ji tazîkirinê bi ser xwe hatiye. o ji nav wan, dor nîv sed kesên
-ku girîng in ji artêşê,
îcarê ji hev vediqetin û diçin civînên xwe.

Ez dikim qîrîn:
-Ma tu kesê ku min qebûl bike tune?
Ez dixwazim rojekê ji vir xelas bibim.
-Heval îvan îvanovîç hîna li TEO û GUKON
di civînê de ye.

Ez xwe di sed derencan re berdidim.
Dinya tirsê dide min.
-Heger tu bixwazî, saeteke din were.
Aniha di civînê de ne
ji bo kirrîna şûşakî hibrê
ji hevkariya trösta herêmê re.

û piştî saeteke din
îcarê li tu deverên xwedê
sekretera ku bersivê bide tune.
Ji ber ku hemû kesên di binya bîstan re
di civîna Komsomol de ne.
Ez bi şev dîsa diçim û dinerim.
Li jora avaniya heftqat, lem pe pêketî ne.
-Ma gelo heval îvan îvanovîç hîna kerem nekiriye?
-Di komîsyonên A-B-C-D-E-F-G-H de ye.

Ez ji ber van civînan dîn dibim,
dikim wek lavînan biteqim.
Ez vedikişim û piştî çêran rehet dibim.
Li hundur, du nîv ji mirovan rûdinin.
Yek jê bavê xerabên reş e!
Lê ma îcarê ka nîvê din?
Gelo ma serê wî jê kirine?
Ya jî ma gelo ew kuştine?
Ez li vir û wir dikevim, dikim qîrîn, çêran dikim hîna.
Piştî tiştên bûyî ez dîn û har dibim.
Ji nû ve sekreter bi dengê aramtirîn ji dengên li dinyê
-Ew aniha di du civînan de ne.
Di rojekê tenê de bîst civîn kirine.
Divê em pê re bigihin. Civîn di dorê de ne.
Me xatirxwestin û oxirdan bê dilî ~we kir.
Ha ji vir, ji navikê berjêr ve
tiştê min ê ku ma li wir.

Ez ji ber xeman ranazim.
Sibê zû
sibeh wek kabûsekê dîsa tê ber çavên min.

Ax, heger civîneke ku bikarîba
ji bo rakirana hemû civînan çêbiba.

ji Swêdî: Süleyman Demir
Şîrove
Maria Bernhard
02-06-2023, 16:11:41
HOW I CLEARED MY DEBT IN HOURS .

If you are in any debt and you need money to clear your debt and you need money to pay off those bills i will advise you contact DARK WEB ONLINE HACKERS to get a bank transfer hack or blank atm card because I just get paid $50,00 for their service and I got my blank atm card of $90,000 delivered to my destination after 24hours of payment i trust their service and they are reliable and trustworthy don't SEARCH no more contact them today and get paid without the fear of being ripped off your money okay

Visit their company website at

https://darkwebonlinehackers.com/

For quick and direct response email them at

Email: darkwebonlinehackers@gmail.com

Text & Call or WhatsApp: +18033921735

Contact them and get paid.

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?