A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Marîa Ayaz - General
117 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Marîa Ayaz - General

Xew şiyar bû
ji xewna xwe.
Kîso dikûliya,
Kezeb kûll,
Pişt şikestî..

Berî her tiştî
Birîn hebû.
Xedar bû.
Destên heft xortan nedigihîşt milên wê birînê...

Berî destê sibê,
Ji kirasê xwe difilitî
û dikete koncala navika
qîzên xama.

Bi kûlman bû.
Bi bajaran bû.
Destê wê di qirika niştimanên li ber bayê azadiyê ketî de bû.

Kûll dikir.
Kûrm digirt.

Serên bi xwîn.
Zikên derizî...
Kêfên destan bi tevnikên pîran ve xemilî.
şer û şêr destbirak.

Birîn û baraneke serneşûştî,
Kevirên kevzgirtî dialastin li ser bedenên bajêr.
Ewr dixûrifîn ji nava vereşandina pirpirînkan.

General,
Xwîn didoşa ji pêsîrên qîzên xama.
Serxweş dibû.
Harr dibû.
Tîna wî qet nedişkest.
General tî bû.
Ahd xwarî bû.

Kîsoyê bi gûlleya generêl piştşikestî!
Gelo generalek bi çend qedeh xwîn serxweş dikevî?
Helbestên din ên Helbestvanî/ê