A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mamou Adam - Newroz
245 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mamou Adam - Newroz

pişta xwe da me roj û şevê sar
nema zivistan nema befir bar
û baran û birûsk û çirûskê ji ar
û gum guma tava mirov lê guhdar
nema me divê êzing û qurmê ji dar
ji birca şîşek hemû bi hejmar
yekê wê bircê sersal û him tar
dem di zîvici îroj bû buhar
kesk û sor û zer xemilîn ew dar
kulîlk tev vebûn tev li wa gul nar
û denga xweş dikin şalûl û kenar
û şeva roja nûh bû dûman û ar
hatin pêxistin ew mûm û fenar
rewşa vê şevê li çar hawêr jî ar
polîsê dijmin dibin gurê har
min gotî: çiye îroj çi bazar
ji îsal ev ro weke roja par
serê vê sibê hînjî tar û bar
bû qîr qîr û deng zarok bi war war
rabûne ji xew tev bûne şiyar
keç û kal û xort tev neçûne kar
berê xwe dane nav lata û zinar
kes nema li cî li gund û li sar
tev hatin bi pêl derbûn ji bajar
gihane çolê ew çola beyar
çadir û konê reş bûne cî û war
bi govend û dîlan bi def û gîtar
desta didin hev hin dost hin yar
li nav kesê me nemay xem xwar
kula davê jin dev davên neyar
dêmekî îroj roja newroze
li wê bi dil xweşî em dikin pîroze
cejnik hejaye cejna kurdaye
azadî û xweşî têre xuyaye
li hezarê sala ev roj her maye
li nav gelê kurd sitem nemaye
roj derbasdibe bi xweşî her car
di feriki dawet gava dibi êvar
al têne hilan dijî kure mar
bijî hey welat bimre koledar
Helbestên din ên Helbestvanî/ê