A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Mamoste Pîr - Felek
101 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Mamoste Pîr - Felek

Bi hêsrek xemgîn
Ezê namak pirotistoyê
Li deryê te xînim
Felek
şerm bike, tola bê ol
çawa?
Ken ji ser lêvên gula nav bera
Dû şema bidizî,
Qaz û qumriyan
Ji mêrga dil bifirînî
Tu zanî? Gî her adaran
Ez caran bi qîra Zaxo
Ezê te reşkim
çawa?
Siyamendek din
îro ji Sîpanê qedera te
Tê xwar
Felek
Lê xweş bizane
Ku mizgîniyên şefeqê
Tîrêj e...
Helbestên din ên Helbestvanî/ê