A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Kayan - Şehîda Yekemîn
197 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Kayan - Şehîda Yekemîn

Di dilê min de mirin, sawên reşqeratî
xêz nedikir, bêro dimam carinan
min şopa royê winda nedikir, li ser
zimanê min çend peyvên gulîmifte û
pisporê min bezîna berikên rêvekirbûn
Di zarotiya xwe de ey kulma koletiyê,
min tu helandî di nav şîrê dayika pîroz de
Bi kenê xwe ê qerqaş min tu
qewitandî li ser sormemikên têrbûnê
Li ser lêvên jîneza min nehîşt
tu bibî maçek qedexe, li hember te derketim,
bi gurz û mertalên zarokeke hevalcin
Min berê xwe da te ey bindestî

Ji ber bagera te heliya yek car
li jor hêlekana min moriya hêşîn ya nezerê
Ku mirov bibe zarok tu sirf ji bo xapînê
li deriyan didî, lê quweta te nagihê zarokan
dizanim, vir be bêje
Dizanim tu jî digerî li gor xwe mirovan
Divê bûk bi dilê zavê be, ma wisa nîn e
Belê divê kole li gor qinyata koledar be
Bê xwestin tu jî nabî zava
Wê çi kêrî te bê laşê zarokeke li benda şîr
Sirf xweşa te diçe ku bikî
dilqê jimeçêtiran û heya sibê bileyîzî bi me
di paşika dayikê de li berê dîwaran tu

Erê koledarî tu di nav xeyalên min
ên herî delal de wek dirikek jehrî bûyî
Lê ez wek keçikek di demên Mîr û Began de
zû min xwe ne spart te, li ber guhê min
xişxişkên rizgariyê senfonî kutabûn her wekî
Her wekî em nasbendê hevdû bûn
Di nav porê te de min didît çendî çend car
tenîtiyên mirinê, rehên rûçikê te qeydan / qeydan
xwe tûj dikirin, dilê tirsonek,
bi straneke xweşik aş dibû û ez diketim
xeyaleke spî heya serê sibehan
Heya serê sibehan tu dibûyî qerepere
Ne ez ji te re bûm yar, ne jî te devji min berda

Xwe neavêje qelaçeyên tarî, wisa bizanibe tu,
ez ji bo kuştina te hatime, han ji te re meydan
Tu mirinê bifroşe, ezê bi keleka
jiyanê derkevim pêşya te
Min tifinga xwe bi ava çavên
mi ri yan şûştiye, nericife tu destûr nadim te
Dizanim tê li min fenda bikî
Tê li pêşiya min teleyan ava bikî
Tê bibî agir bikevî devê bombeyên dilqelêş
Wê ji te girtîgeh bizên
Gerîneka huba me wê bi dirikên te
çaralî bê girêdan serdanpê
Mirina me wê bi xiniziya te bibe şîneke giran
Tê bibi kesereke xapînok bikevî
qedeha dilê xwîşk û birayan her wekî
Naxwazim li ser mezelên miriyan
bibî guleke hêvîdiz tu
Koletî ez hatim li ku yî tu
Mêze bike dixwiye qet di neynika dilê min de
tirsa babezîn û sawdariya mirina kor
Mêzenakî tu koletiya destqirêj li mêrxasiya min
Nabînî ew sondên ku min xwarine û
her yek li ser pişta min bûne barekî giran
Ma qey val a ne ev sond, nafilitî
ji vî destî bila haya te ji te hebe her
Gunehê min li wistiyê te, li kêderê
ketime destê te ez, li min xemgînî nebe
Bipelixîne serê min bi gurzê xwe
Ji te re helal be, lê wisa jî zanibe ku
gay bi gavez jî li pey te me wek heyveşevê

Dilê min bilindahiya çiyan dixwaze
Sitûxwariya hemû gelan, hespa binê min
li arîkê asîmanan dixe, axîna bindestan,
tûj dike baskê min li eqarên Xwedê dixe
Hêrsa min li birekên çiyan dikevin
tûj dibin, tûj dibin awirê min di nav bezîna
bayekî tewanbar de bi êrîşkarî
Ez serhonaza felatiyê me, mirinê dikirim
Ji bo ku kedî bikim koletiyê, ji bo
liqayî rûçikê we yên bi qirêj û şermî bêm
û şemaqeke sewtbrûsk li sifetên we daynim,
wek daxa panzera ku li ser axa pîroz birînan dinvîse
Tu jî dizanî lehengiya min ey sîha serdetsê
hemû sîhên di erdê de veşartî
Min tama mirinê di wan binçengên te ên
dojeh de hildaye, dema ku te ez avêtime
jêrekûrên baweriyên xwe,
dev ji min berdan hemû kevokên felatiyê
Li ser serê min beyteke koçeber kuxiya
û tamîş nedan li hember bêhna min a qirêj

Di wê hengê de bû penzewar şîrê dayika min
Bûn gurzê parastinê kenê min ên zaroktiyê
Tu li ser sînga min çok vedabûyî
Hindik mabû kon jî bikutî bêdestûr
Dengê şînê ez heşyar kirim, mirinên xweşik
ez avêtime deryayeke spî
Erdê vê herêmê bi zengila dilê xwe
kerika guhê min paqij kirin zû bi zû

Destpêkiribû şer dema ku rabûm
şer erdhejînek çêkiribû
Dengê tifingan bêdengiya welatê min xera kiribû
Belê ref bi ref firyane çiyan em
Dibû berxwedan rizgarî di nav lepê me de
De bibêje ey kaletiya ku mirinê
di nav destmala xwe de wek zêrekî digerînî
De bêje, ka di çi rewşê de bûm
di henga berxwedanê de ez
Gela te şahidî kir li girînîn min
Di rûçikê min de qet rondikên lavakar
peyda dibûn, were zimên rast bibêje
Min bi çend awiran berî mirinê da
Ew şev ji me herduyan kî mir bi rastî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê