A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Kayan - Koroya Nemiran 1
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Kayan - Koroya Nemiran 1

Koroya nemiran ji miriyan çêbûbû. Cihên ku lê sewtên
rizgarhez bilindikirin, ew der dilê bindestan bû ji bin
ve, ango koroya nemiran di dilê bindestan de hatibû
ava kirin. Ev koro li pey miriyên rizgariyê
afirandineke dîlgirtiyan bû. Li welatê xeybê her mirin
dibû kilamek, her kUştin bi hezar sewtên dilevdai
dixemilî û li pey wan çûyiyan dibû destan û
senfoniyeke diltenik. Goraneke bi xemi bû koroya
nemiran, li pey wan mirovên xweşik. Hemû mirî di
dilê bindestan de li hev diciviyan, dilê bindestan ji
miryan re dibû sahneyeke hebûnê. Kesera wan ya
çiyahejîn, rêzikên bey ta koroyê dixiste bagereke
dilhelîn. Hemû mirî di vê koroyê de diliniya xwe,
hestên di hundirê xwe de, bi rêzikên zîvîn dianîne
zimên. Kesê ku dilê wan bi sikênçka rizgariyê hatibe
dax kirin û şûştin, ji bo mêhrîcana vê koroyê dibû
zimanbilûr, wek şalûla bêxişxişk dixwend ji pirtûka
keserên bênav ya di bin destê feleka sosret de li welatê
xeybê. Koroya nemiran, goran û peyvên xwe ji girîn û
şahiyên bindestan û ş0reşgeran hildabûn. Ev koro di
nav kincên sor de bêhejmar ji miriyên xweşik hatibû
holê. Li pêşiya wan, di nav kincên spî de serhonazek.
Li herdû teniştên koroyê du keçikên poragir û
bejinşemal. Miriyên ku koro anîbûn himatê, her yekî
keweke spî dabû destê xwe û di nav nikulê kewên spî
de sosinên peiro. Kincên miriyên di koroyê de wek
kirasekî bi birqîn diteyîsîn fena stêrkan. Rûçikê wan
bêmaske bûn. Bi hev re dixwendin gorana felatiyê,
xefîtiyên jiyana kambax bi hev re dianîne zimên. çar
keçikên poragir ên ku li herdû teniştên koroya
nemiran sekinîbûn, bi senfoniya dilherik ya koroyê
dest bi dîlanekê kiribûn. Dîlana wan wek pêlvedana
êgir bû, bedena wan bi êgir fetil / fetil diqurifî. Bi
dîlana xwe rih dabûne koroyê. Di destê keçikan de
gulên rondikagir. Serhonazê koroyê wek dayikeke
cegerşewitî, melûliya şerê felatiyê di nav birînên xwe
ên nepak de derbas dikir û dixiste deng, dixiste hewarî
bi hêrs. Li pişt serhonaz, koma muzîkjenan rêz dibû.
Her muzîkjenek tim bala xwe dabû li ser amûra xwe û
pê re ketibû têkiliyeke giran. Mirinê qut kiribû hewasa
wan ya li ser amûra goranê, li wir bi kesereke nebihîstî
amûrên xwe bi zimên dikirin. Xortekî bejinzirav hebù,
wî kemanek dabû qeraxên sifet ù milan, lêdida, lêdida,
lêdida û digirya. Di her têlên kemanê de keserek
dipekiya. Wî xwe avêtibû şîpa kemana jiyanza. Hemû
şadî û agahiyên xweşik dibûne helbestên diliniyê li ber
guhê wî, dema ku sewta kemanê lêdiket. Xort di
kûraniya goranê de winda dibû, serê xwe kiribû bin
pîlê xwe û destê wî li ser kemanê wek brûskê diçû û
dihat. Sewta goranê dişibî dilqê yarê, ew hildida dibir
deştên rasteqînî car bi car. Bayekî bêmecal ji nav
daristana goranê derdiket. Ev ba bayê Arzebayê bû.
Bayê ku di dilê miriyan de bi şiyar nemirî mabû. Dengê
kemana xort, tekûziyek dixist sewta koroya nemiran.
Koro bi pêldana vê goranê dibû keserên bi xeml û
helbestên mirinkuj. Hozan ù hunermend bi bagera
ewrên vê koroyê dibûn çek û navdar. Koroya nemiran
dengê bêdengiyê dadixiste guhê me bi hewarî. Ew
çemekî nerm bû, jiyan di xwe de hêşîn dikir wek
avzêmekê. Belê koroya nemiran di dilê bindestan de
ava bûbû. Sirf kesên bindset li pey mirovên xweşik
kilam digotin, her ew bûn jibîrnekiribû têkoşîna wan
ya xweşnas. Ji derya dil av vedixwarin dilqê miriyan. Ji
rastiya hundirê bindestan jîndar dibûn miriyên
xweşik. Li pêşiya koroyê giloveriyeke sor dixwiya, di
giloveriyê de çar meşheleyên arbixêlî çirûsk / çirûsk
gul vedidan. Dibûn mirov, dibûn ro, dibûn hemû
dewlemendiyên jiyanê bi seranser. Wek peyvên
dayikên dildax. Sewtên bi hetwan ji nav lêvan
derdiçûn. Dibûn cûmek agir, dişibîn kulma Kawa yê
gurzhelîn di nav agirekî kambax de li wir. Dibûn çar
xortên bejinçiya, çar ciwanên qefesdir ku ji wan
meşhele çêdibûn. Quwet didan dengê koroya xweşik.
Koroya nemiran di çavên zindiyan de, di rihê
bindestan de her tişt dîtibùn û çavên bindestan ji xwe
re kiribûn neynikek rastî. Ev koro di dilê Biyad de
hatibû afirandin. Koroyê tragedya Biyad seh kiribû û
dest bi kilameke xemlemorî kir.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê