A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Kayan - Banga Koroyê
169 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Kayan - Banga Koroyê

De bibihîze deng dikin em
Mirî sax in, zindî nemirî
Xeyalan biafirîne, bide hev herdû çavan
Dilqê me bibîne tu
Em di erdê hencirîde veşartî ne
Di birîna şervanekî de xwîna kel in em
Em giliyên li ser têla zimanê te ne
Qiyametên dizgînderizî dibînin
di nav kefa dilê te de
Qetyayî tu ji gelek dildariyên bêkêr
Li ser şirîta kesera te
çivîkên baskşikestî rêz / rêzî bûne
Hewara te bêdeng maye di nav nikulê wan de
Xwe bernede bayê şiyariyê bêhemd
Cer feleka dirantûj
kutane li ser riya te talûkeyên peyvtenî

Bawer nakin em, ku te text û payên yarê
ji dil û hinavên xwe avêtibe
Defa rizgariya îro xweş tê guhê te
Dibe ku serxweş bûyîtu bi vî dengê kewken
Em ê destûrê bidin te
vekin deriyan li pêş wan lingên xam
yên ku çiya û banî nedîtine
Em ê te bifroşin bayê Arzebayê
Di şerekî agirhelîn de, em ê
li benda şervaniya te bisekinin
Dema te dilberdanên biçûk
kirin şohleyekê û darda kir bi arîkên
evîniyên mezin de, em ê
di herikîna te de bibin bombeyên
felatiyê wê demê
Wê mirin bi senfoniya
me bê kuştin ricaf bi ricaf
Slav li te ey mîrê gumanê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê