A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Si’ûda Welat
350 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Si’ûda Welat

Poşîne, xaîb in hest û dilînên te
Kewara dilê te vala ye si’ûdê

Awazên te baz didin mist didin keslanîyên te
Wêran e, bargiran e qamet balaya te
Nêrgiz li beyabanan şîn nayên, tov bê sirûd in
Dengê te stûxwar e ruxsar e gul, si’ûdê

Ji kevirân hişktir e vîna te, dilan dipekîne
Ronahî bi hevrazên te ve hilnayên, qeşa ye erd
Pêl bi pêl ditevizin behra gulvedana sûretê te
Aram li te nayê mîna ava Feqiyê Teyran derdnak
Di sehera sibehê de dikevî ber diranên jîyanê
Te kezeb li xwe dax kir navegere patoza te si’ûdê

Heyran ma tu çi dixwazî te çi divê li heyatê
Derîyê herbê dadayî bayê azadîyê di tenûrê
Bisk û kezîyên te şeqitîn rengê rûyê te vemirî
Xembarî lê siwar hatiye, alav bi alav dihelî si’ûdê

De wer mehebîn rewşa xwe û ya erdnîgarîya xwe
Nûpeldayê derî vekir wer sicûdê serî rake si’ûdê

Rûyê min dialêse rûreşî; sohtî me serapa, dikelin nay û enîn
Te ceger tev parepar kir bêhn vedan tev kebabên te
Gavanan naxir berdane zevîyan, talan e îro, rûsîyah e roj
Ji cî xwe tew narabî, bê me’de li rasta yî si’ûdê

Weke hersal em îsal jî bêpar mane ji si’ûdê
Buhuşta azadîya dilan ma bihareke din si’ûdê

Her wekî bayekî nesîmî dixwazit hinav û endama min
Weke herkesî şa bim bi qelb û can temaşa bim si’ûdê
Helbestên din ên Helbestvanî/ê