A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Şeva Kaşkaşok
140 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Şeva Kaşkaşok

şev e mîna xwe reş e
û ji her şevê şevtir dixuyê îşev
ramanên qocix lixwekirî diricifin
bi xwe dikene dem
bi me dikene
bi min jî
hêsan dibe fikirandinên nepak
hêsan dibe meşîn di rêyên bêewle de…

bêyî tirseke dahatû û xelasîya ji dil a ji herkesî
ji her tiştî û ji aramîyê jî

ax dilo!
Rêyeke kujer e ev
Çend ten di wê de kelijîn
Çend çav di vê fetlanokê de vemirîn
Çen rû di vê babîsokê de vehijîn
Ax çend kes
bêhesab di deryayan de noq bûn, nezivirîn

ez jî berê xwe didime binbehreke bêderî
wekî din çare jî nîn e
westîyayî dimeşim li ser lingên qudûmşikestî
şayîk û ‘eware diperpite li ber serê balîfa min
dûxanên heyirî
çirayên temirî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê