A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Qala Bihareke Kulî
125 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Qala Bihareke Kulî

dinoşim ez ji xeman cihanê
didoşim ez ji derdan verayê
dikêşim ez ji bêjeyan semayê
disojim ez ji qeşa a dinyayê
hawar kes bi derdê dilan nayê

dem ketiye tev
we’d temam e êdî
îroj sal e roj
heyhat li xwe pêçaye zivistana kal
ji rojan jî çîçekek vêketî
xwepêşandan biharê mezin dike
di hêmbêza xwe ya kevnar li erda beyar li çola har…

geşedan dikule li welatê loryayê
asteng dibin pirsgirêk û dikevin qirika hev
ji tûmayê stûxwar xwe rizgar nake feqî
bêje bêje
kelîme kelîme har dibe çolbeyar
bi baranê reqsa erdê
rengezer dibe devken dibe
lê nikare li ber evîneke şikestî ya sedsale ragire
lingên tembûran bi xwe re dikşîne
li zozanan dilêrîne
hişk dibe
ditevize ezmûna biharê
reng bi reng keder ditemirin
berg bi berg vedidin kenînên biharê
lê zivistan jî dikoşe
zivistan jî

bi vexwarina çaya qaçax
av didim simbêlên xwe
gewre dibim li welatê zozanan
hembêz bi hembêz didim hev ketîyên xwe
xwe û gîyana xwe
gîya barên xwe bar dikin
ji şerma zivistanê
konê xwe li nava çavê payîzê didin
vedidin
vedikin
kin dibirin payîzê
û ji zivistanê re çêra didin

li erdê kelacanê deng vedaye
baran di havînan de jî dibare
ba, xwe ji şuxlê xwe bernade
li ber hênkayîyê
li ezmên
li nava dilê cîranên şînahîyê…
Ya Reb Çawa Kim


Serê xwe rakim
Xwe hebkî sar kim
Qamet rewa kim
Dinya denî ye
sewda serî ye
ruhim hatîye
li ber devî ye
çawa ku bêjim
derdan birêjim
axir dibêjim
pir şaşa û gêj im
qamet letîf e
her wek elîf e
remz û ‘efîf e
dike kesîf e
pir jar û mest im
li nik te hest im
giryan û best im
hem zar mebest im
ya reb mûrad ke
şifqet seza ke
bi qedr Taha ke
ser pare par ke
Helbestên din ên Helbestvanî/ê