A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Piştî Ku Tu Çû -II-
114 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Piştî Ku Tu Çû -II-

Piştî tu çûyî
Tarîya şevê xwe li me pêça
Têkilîya me û bayê nesîmê
Xweşahengîya me û çivîkan
Rûbirûmayîna me û sûlavan
Avdayîna rihanan
Tevî hêlînên derizî
Şikest
Şikest
Şikest

Cinûnî û cehûlîyê xwe li me girt
Zen û sûiya wê kirasê xwe li me kir
Neynûk neşuxulîn
Di nava avê de jî
Dîl ketin xwînên livînî
Bê evîn
Bê perwa
Bê payan
Piştî çûyîna te

Pirên di navbera me û demê
Ji avên şolî yên behra çavnebarîyê
Hedimîn yekser
Kundên ‘esrî
Li kavilên me yên şewitî
Govend li dar xistin
Li ser dilê me reqisîn
Birîn li me dax kirin
Av li me heram kirin
Ruhê me binçav kirin
‘Ewrên me bê baran kirin
Piştî çûyîna te

Hezar dengên ji hev cuda xwe li me ragirtin û
Her yekî got; ‘xwedîyê we yî heqîqî ez im’
Şopên dirinde em li hev qelibandin
Li baskên pejmurde yên dirindeyan em arqilîn
Li ezmanan, me şewatên gundên xwe temaşe dikir
Di nava dûxan û wêranîyê de
Me tirba xwe dikola
Pepûk jî her bi me re bû
Piştî çûyîna te

Hawar teng dibûn û bi xwe de teqîyan
Bê xwê diketin qirika me
Quruncok didan zarokên qumatkê jî
Ew ji xew radikirin
Ji bedêla ku em xwe paqij kin
Deverû em diketin taya bêxwedîyê
Bêxwedî li rasta mayîn
Karê rojane bû ji me re
Piştî çûyîna te

Bêhna nîsan û gulanê vedibû
Lê bê baran me ew bêhn noş dikirin
Loma jî stîrî diçikîyan di gewrîyên me de
Qermîçokî dibûn madên me
Lê me ferq nedikir ku vexwarinên me jî
Ji tamên xwe yên ‘eslî dûr ketibûn
Piştî çûyîna te

Gelek caran
Me dilê xwe di bêrîka xwe de ji bîr dikir
Da ku li qadan em amadeyê mirinê bin diketin rêzan
Em bi hev ketin
Em ji hev ketin
Em bi xwe ketin paşê

Piştî ku me rengê te wenda kir
Em bûn lîstika zarokan…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê