A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Peşka Spî, Tirsa Wêrek
108 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Peşka Spî, Tirsa Wêrek

Peşka spî xwe hinekî li min ragire
Barê min gelekî giran e
kesera min ber bi yabanistanê ve diçe

Gilokê
Were fîstanê min li min ke
Şaşika min bi serê min
Û ‘egala min bi ser bejnamin dake
Zalê kal im
Tirsa wêrek im
Kezaba sêwîyên nig tazî me ez

Tirs di dilê min de diwerime
Gava ku xemsaran dibînim
Yekcanî li hember min
Min dixine mezelan
Ji bêderdîya wan hundirê min dikizire
Kambaxî bi dilê min vedide

Were aşê canê min peşka spî
Were û min dîsa bihêre
Ji dema ku kul mêvanin…
Xew heram e
Ji wexta ku êş heval in…
Xwarin heram e

Ne bi dengekî û ne bi dilekî
Bi hezar dil û dengan ez li hêvîya te me
Peşka min/ sêwîya wêrek
Serê vê sibehê xwe kar ke
Were xwe bi ser min dake
Ji reşayîya kambax azad ke

Tu nebî azadî lal
Ziman kal
Zevî ta’hl e peşka spî

Tu nebî dil ketî
Mirin bi lîlî û dîlan e.
Helbestên din ên Helbestvanî/ê