A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Mîm û Hê
158 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Mîm û Hê

finda bi dilê min vêketî
dilê minî har pêketî
çavê min! bes e êdî:
nûr vêketî…

eger weslek ji fîraqê der bînim
dikim ‘îd û dikim newroz kenîn im

bihar e ger ru’yeta wî dibînim
ji hesret der birîna xwe’d kewînim

di hişê xwo’bi şev û ro dibû tînim
heya carek kerem ke da û dîn im

eger ez wî di xewnê de bibînim
weke nû ve ji xwer jînekê bînim

we ger şopek li şopa wî biînim
weke şopê ji zêr û zîv derînim

heger şem’ek ji nûra wî werînim
ji min wek ku gulek re’na vejînim

reben mame li çolan gêj û dîn im
dema ew bê weke bayek nesîm im

pirî gêj û pirî nal û enîn im
bi saya wî dikevim ruhê û mîm im

mirada min ji wesfa wî ‘emîm im
bibe hawar li wesla xwe derînim

dilhezîn im dilbirîn kul û şîn im
lê mûhibbes qewî û dilbixwîn im

nakewînim na bi bîn im û namîn im
bê wî rojek mîna agrê cehîm im
Helbestên din ên Helbestvanî/ê