A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Li Welatê Demvemirî
141 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Li Welatê Demvemirî

"Roboskî ax Roboskî
Dîsa û dîsa roboskî"

Pertewên şevê pêlên behra piştî mirinê ne
Agirê nakokîyan li bin lingê mirinê dipekin
Şev ji reşîyê rêyên xwe şaş dikin
Hewseleya mirovahîyê xwe hînî rojtunebûnê nekiriye hêj
Lewra bihar piştî zivistanan tê û havînan bi xwe re tîne

Pelên şevê tevizîne
Çem bêdeng diherikin
Dehl bêdeng dilivin
Gav bê armanc
Meş bê taqet û
Deng bê deng…

Kel e dem û bangevan selaya mirina mirovahîyê dixwîne
Hebûn tev godar in û hêvîdarî bi sobê dilîze
Ku şev xwe ji xeniqandina mirinê bifilitîne…

Tenê xewn
Tenê tenêtî
Tenê jîyan

Min navber xistiye nava mirinê îro û
Şûrê sewta xwe ber bi asîmanên asûde ve dikêşim
Lewra kevan jî kevn bûye ez jî…
Lêvên min bi diayan dibilbiqin

Mirin ji hêjmara mirîyan zêde bûye
Erd bi carekê mirinan dadqurtîne gewrîya xwe
Bi rûreşîya mirovan erd hêrs dibe
Ax teng dibe û roj bi rengekî zere
Xwe nîşanî dinyaya dilan dike…

Mirin îro coş e
Pir hêsan û pir erzan e
Li welatên bêxwedî, xwedî aleke serbixwe ye mirin
Ji hevketîyan qet nareve
Natirse ji mirîyên xwe
Û gunehê xwe dixwe stuyê wan
Bi wan dikene
Bi me dikene
Henekê xwe bi te dike…

Bila ez jî bimrim, li welatê demvemirî û
Di rewşeke xetimandî de
Bila hêvî konê xwe veke li welatê me û
Ji bo ku hêvî konê xwe veke li welatê me…
Helbestên din ên Helbestvanî/ê