A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Kulmek Axa Cizîrê
197 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Kulmek Axa Cizîrê

Botan bi axa bav û kalan dagirtî
Her tişt bi kelecana Cizirî diaxive
Mem li hespê wî suwar dibe
Zîn xwe li hewşa medresa wî hest dike
Beko li ber devê derîyê wî…

Ax bi vê kelecanê
Dia bi vê heyecanê
Nan bi vê kelecanê diaxive
Kevir jî…

Tibabek bawerî û
Kulmek ax
Li kolanên Cizîrê
Pişta xwe didin dîroka hezar salan û
Di neynika dîrokê de
Kul û kederên me diseyînin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?

Helbestên din ên Helbestvanî/ê