A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
M. Zahir Ertekin - Hubba Te Di Şevan De
116 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

M. Zahir Ertekin - Hubba Te Di Şevan De

hubba te di şevan de ger veke lalezaran, ew
dibe himmet dibe ru’yet û her rengşemal dibit

şev ger purnûr û rewneq û pertewnîhal bit
bêhîsab dibit şadî jê re soz û ‘ehd û rewa bit

ger xemgînî rabit ji nava laş û gewden û xeyal
zarîna şevan coşîna dilan bêhempa rewan bit

neynika dilê derdnak bi enîs û her bi nîhal e
ger bike di rengê şevê dê her penah bi tebat bit

te hebe ger ji ‘işqê parîkek nesîb û wefa
xeyala dotina şevê ji te re sûd û şadan dibit

saqî ji şevê kehrîbaran her dikêşe berjêrê bi xwar
ji te re hebe kehkeşanek dê ew çax badê seba bit

şeva ji kê re vekiribe çavî, derî û şibakên xwo
dê ew dem hestegan di hukmê ayetul kubra bit

canan ji canê min tu derêxe her êş û her wax
ku hubba te noş kem ta rengêm tev ji ‘işqê bit

zarîn ku ji neyê ger nehata ned’bû hadir di ru’yet
wîsala xemgînan di behiştan bi payan nedibit
Helbestên din ên Helbestvanî/ê